Daneyên ku tên eşkerekirin ne rast in
- 10:05 15 Nîsan 2020
- Rojane
AMED - Li Amedê li gor daneyên herî dawî 240 kes bi Vîrusa Koronayê ketine û 16 kesî jî jiyana xwe ji dest dane. Xebatkarên tendirustiyê diyar kirin ku daneyên Muduriyeta Tenduristiyê ya Amedê ne rast in. Hejmara rast 3-4 qat li ser daneyên tên dayin e.
Hejmara nexweşan a ji ber Vîrusa Koronayê ya li Amedê her ku diçe zêde dibe. Li Amedê li gor daneyên herî dawî 240 kes bi Vîrusa Koronayê ketine û 16 kesî jî jiyana xwe ji dest dane. Xebatkarên tendirustiyê diyar kirin ku daneyên Muduriyeta Tenduristiyê ya Amedê ne rast in. Hejmara rast 3-4 qat li ser daneyên tên dayin e.
Kapasîteya nexweşxaneyan dike bi ser bikeve
Xebatkarên tenduristiyê diyar kirin ku talûkeya Vîrusa Koronayê her ku diçe zêde dibe û gotin ji bo tengasiyên demdirêj tevdîr nehatine girtin. Kapasîteya nexweşxaneyan dike bi ser bikeve. Her wiha hat gotin hejmara testan kêm in û di warê hejmarê de fikar hene.
Daneyên ku tên dayin ne rast in
Xebatkarên tenduristiyê diyar kirin ku divê bawerî bi dayên tên eşkerekirin neyê û gotin:"Ev encam nîşan didin ku pêvajo baş bi rêve naçe. Niha kaosek serdest e. Ev vîrus tena serê xwe nakuje, nexweşiyên bi nexweş re hene nexweşiyê giran dike.