Jiyana girtiyên nexweş di xetereyê de ye

  • 09:30 15 Nîsan 2020
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
MERSÎN - Li girtîgeha Şakranê testa doktorekî pozîtîf derketibû û piştî vê fikarên girtiyan zêde bûn. Li Keça girtiyê siyasî yê bi navê Abdullah Ateş yê li girtîgeha Hejmar 2 a Şakranê girtî ye, Sevgî Ateş diyar kir ku ew bi fikarin û got ji yek kesê jiyana xwe ji dest bide dewlet berpirs e.
 
Li Tirkiyeyê ji ber vîrusa korona hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan hezar û bi sedan e  û tablo her diçe girantir dibe. Yek ji cihên ku herî zêde di bin xeterê de ye girtîgehin. AKP’ê ji ber vîrusê qanûna înfazê derxist û tê de girtiyên siyasî cih nagirin. Yek ji girtîgeha ku li hember wê fikar zêde dibin Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Şakranê ye. Girtiyê bi navê Abdullah Ateş yê li girtîgeha Şakranê ye, 36 sal ceza lê hatiye birîn. Keça wî Sevgî Ateş diyar kir ku ew bi fikarin û divê demildest mafê jiyanê yê girtiyan bê dayîn.
 
‘Bavê min nebaş e’
 
Sevgiyê bi lêv kir ku divê mafê jiyanê ya hemû girtiyan bikeve bin ewlehiyê û got: “Rîska ku vîrus belav bibe gelek mezin e. Bavê min nexweşê hîpertansiyon û astimê ye. Berê jî anjû bûye. Ji ber vê jî di koma rîskê de ye. Em gelek ditirsin. Bavê min pir zû nexweş dikeve. Bedena wî li dijî vîrusan qels e. Divê li girtîgeha Şakranê li dijî rewşên wisa tedbîr bên girtin, lê mixabin tu tedbîr nayên girtin. Ez bang li rayeadran dikim. Gelo li bendê mirinê ne, ev wijdaneke çawa ye?”
 
‘ Di koxuşên teng de wê çawa bên parastin’
 
Sevgiyê wiha got: “Wezareta tenduristiyê dibêje divê dest her tim bên şûştin. Pispor dibêjin mîvanan negirin malên xwe. Dibêjin cilên xwe bişon û li ber rojê daxin. Em li van baldar dibin, gelo yên girtî wê çi bikin. Di koxuşên teng de hemû ligel hev in. Gelo wê çawa bên parastin. Vîrus bandorê zêdetir li ser kesên di ser temenê 60’î û kesên nexweşiya wan ya kronîk heye dike. Li girtîgeha Şakranê testa doktorekî pozîtîf derdikeve. Tê gotin ku vî doktorî heta hefteyekê li revîrê peywir kiriye. Ev bi rastî tiştekî bi xof e. em malbat bi fikarin. Rewşa girtiyan çi ye. Ji ber hevdîtin nayÊn kirin em tiştekî nizanin. Ji bilî hevdîtinên telefonê yên heftane wêdetir.”
 
Sevgiyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li girtîgehan 560 girtiyên nexweşên giran hene û ji van gelek jî di ser temenê 60’î de ne û wiha dawî lê anî: “Ji bûryerek neyînî agahiyeke nebaş ya ji girtîgehê bê, dewlet û hikûmet berpirse. Divê demildest tedbîr bên girtin.”