Rojnemeger Raniya: Vîrûsa Korona xeteriyek li ser civakê ye

  • 09:07 15 Nîsan 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Rojnemger Raniya Mihemed da zanîn ku Vîrûsa Korona ji aliyê pergalên desthiltdar ve  bi zanebûn hatiye derxistin û wiha got: "Li hember serhildanên ku li tevahî cihanê tên kirin ev vîrûs xuliqandin. Têkoşîna li dijî Vîrusa Koronayê divê bidome."
 
Ev demeke Vîrûsa Korona li tevahî cihanê belav bûye, di encamê de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan.Têkîldarî vê mijarê Rojnemger Raniya Mihemed ji ajansa me re nirxandin kir û got: "Pêwist e gel li hember van kiryaran parastina xwe bikin."
 
'Dixwazin ji civakê re bidin xuyakirin ku bê dewlet nikarin xwe bi rê ve bibin'
 
Raniyayê diyar kir ku belavkirina Vîrûsa Koronayê ji aliyên hêzên desthiltdar û hegemonîk ve hatiye derxistin û wiha dewam kir: "Weke ku tê zanîn beriya Vîrûsa Koronayê li her devera cîhanê serhildanên gel, li dijî dewletan û hêzên desthilatdariyê hebûn. Lewra bi Vîrûsa Koronayê re mirov  dibîne ku ev nexweşiya  ji aliyê pergalên desthiltdar ve bi zanebûn hatiye derxistin. Eger mirov li nexweşiyên di dîrokê de derketine binêre, fêm dike ku hemû ji encama kiryarên dewletan û hêzên desthilatdar e."
 
'Hedefgirtina kesên temenmezin hedefgirtina dîroka civakê ye'
 
Raniyayê di dewama axaftina xwe de diyar kir ku hêzên desthilatdar çand û dîroka civakê dike hedef û wiha domand: "Li gorî ku tê zanîn Vîrûsa Korona kesên temenmezin hedef digire. Ev yek jî bala mirovan dikşîne, hêzên desthilatdar çand û dîroka civakê dike hedef. Civaka ku kesên xwedî tecrûbe lê tune be ew civak bi hêsanî tê helandin û kontrolkirin, mirov dibîne ku ev vîrûs bi armanca qirkirinê hatiye afirandin."
 
'Rola çapemeniyê rêxistinkirin û perwerdekirina civakê ye'
 
Raniyayê di vê qonaxê de bal kişand ser rola Rojnamegeriyê û wiha pê de çû: "Di vê qonaxa hesas de, erka çapemeniyê perwerdekirin, zanebûn û rastiyê bighîne civakê, di riya çapemeniyê de gel xeteriya Vîrûsa Korona bizanibe. Li hember Vîrûsa Korona xweparastin girîng e, hesasiyeta naskirina vê qonaxê û li gorî biryarên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine pêşkêşkirin tev bigerin. Em wekî rojnamevan di riya bername û nûçeyan de hewil didin ku civakê zane bikin û birêxistin bikin, da ku bizanibin xwe biparêzin."
 
'Li hev xwedîderketin di vê qonaxê de girîng e'
 
Raniyayê herî dawî destnîşan kir ku ev vîrûs xeteriyek li ser civak û deskeftiyên ku civak bi dest xistine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li hevdû xwedîderketin di vê qonaxê de girîng e. Pêwist e her kes alîkariya hev bike. Ev vîrûs xeteriyek li ser civak û deskeftiyên ku civak bidestxitine ye. Bi rihê jiyana komînal tev bigerin û biryarên Rêveberiya Xweser ku li malê xwe bimînin baş pêk bînin. Vîrûsa Korona xeteriyek li ser civakê ye. Divê em bi hev re li dijî vê yekê têbikoşin."