Dayika 5 girtiyan: Hêviya min ji edeletê nema
- 09:03 15 Nîsan 2020
- Rojane
Zeynep Durgut – Şehrîban Aslan
COLEMÊRG - 5 birayên hev li girtîgehên cuda de tên girtin. Dayika 5 girtiyan bertek nîşanî Qanûna Înfazê da û got ku hêviya wê ji edeletê nemaye.
Li Tirkiyeyê li gel belavbûna şewba vîrûsa koronayê (COVÎD-19) wekî tedbîr hikûmetê lez da amadekirina qanûna Înfazê. Qanûna Înfazê ya ku ji hêla AKP û MHP'ê ve hat amadekirin û pêşkêşî parlementoyê hat kirin ji aliyê Komîsyona Edaletê ya parlementoyê ve hat qebûlkirin. Qanûna Înfazê ya ku ji 70 xalan pêk tê, piştî niqaşan hat qebûlkirin. Bi vê guhertinê tê payîn ku 90 hezar girtî serbest bên berdan. Lê girtiyên siyasî ji vî mafî bêpar hatin hiştin. Li gel vê biryarê bi hezaran girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatin hiştin. Ji her deverên Tirkiyeyê bertek û nêrazîbûnên li dijî Qanûna înfazê zêde dibin.
Li girtîgehê 5 birayên hev Firat (31), Mûrat (30), Alî (25), Recep (24) û Ferhat Ertûnç (20) hene. Firat Ertûnç li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, Mûrat û Recep li Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê û Alî û Firat Ertûnç jî li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî ne. Dayika wan Şermîn Ertunç bertek nîşanî vê biryarê da û got ku hêviya wê êdî ji edeletê nema ye.
‘Ne tenê yeke 5 kesin wê dile min li ser kîjanî bişewite?’
Şermînê anî ziman ku zarokên wê tu kes nekuştine û got ku ew bi zarokên xwe serbilind e û wiha axivi:” Niha li girtîgehê 5 zarokên min hene. Her ji wan yek di girtîgehên cuda de ne. Bi salane em zilmê dibinin. Di pêvajoya rêk û pêk de jî ji bo ku derfetên me yên aborî tune bûn em nikaribûn biçûna serdana her pêncan. Ger ku ev ne zilm û îşenceye lê çi ye? Ez bi zarokên xwe serbilind im. Em 11 salin li riya girtîgehan diçin û tên. Em dayik ji bo zarokên xwe dijîn,ger ku zarokên me nebin, em jî tune ne. Her pênc zarokên min jî bêsedem di girtîgehê de ne. Ez nizanim niha bi gefeke çawa re rû bi rû ne. Li girtîgehê çiqas dikarin xwe biparêzin? Beyî wan nan qirika min re naçe. Her şev û roj li wan difikirim. Ne tenê yeke 5 kesin dilê min li ser kîjanî bişewite? Pakêta Qanûna Înfazê anîn lê mixabin li ser parastina girtiyan di pakêtê de tiştek tune bû. Ev bêedeletî ye. Dewlet qet neket heyra me. Dîsa ji vê yekê esrarkeş,diz û kujerên jinan sûd girtin. Li vî welatî bila tene carekê jî edelet biaxive û bê bicihanîn.”
‘Hêviya min ji edaletê nema’
Şermînê di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser şewba vîrûsa koronayê û got ku tiştek bê serê yek zarokê wê ji vê dewlet berpirsyare û wiha pê de çû:” Vîrûsa koronayê li Tirkiyeyê her ku diçe bela dibe. Hejmara miriyan gihişt hezaran. Ger ev ev bikeve girtîgehan tu hêz nikare pêşiya wê bigire. Ji ber ku derfetên girtîgehê ji bo parastinê pir kêm in. Çima diz û tecawizkar tên berdan, çima zarokên me nayên berdan? Ev çi dijminahî ye? Li gel erêkirina qanûna înfazê hêviya min ji edeletê nema. Em dayîk jiyaneke beyî zarokên xwe naxwazîn. Em dixwazin hemû girtiyên zindanan bên berdan. Bila tu dayîk, tu malbat vê qanûna înfazê qebûl nekin. Encax deng û têkoşîna me dayîkan dikare zarokên me azad bike. Em dayîk şer û dijminahiyê naxwazin em edeletê dixwazin.”