Li Amedê 4 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin

  • 15:01 14 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Li Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê û Fakûlteya Tipa Zanîngehê ya Dîcleyê, 4 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsa koronayê ketin.
 
Hat diyarkirin ku li Fakulteya Tipa Zanîngehê ya Dîcleyê 2 xebatkarên tenduristiyê û li Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê bijîşke û hemşeriyek bi vîrûsa korona (Kovîd-19) ketin. Dermankirina 8 welatiyên bi vîrûsê ketin jî li nexweşxaneyê dewam dikin. 
 
Li bajêr, heya niha 16 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsa Kovîd-19 ketin û xebatkarekê tenduristiyê jî, jiyana xwe ji dest da.