Zuleyha Gulum: Qanûna efûkirina tecawîzkaran hêj di rojeva meclîsê de ye
- 14:43 14 Nîsan 2020
- Rojane
AMED - Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyla Gulum diyar kir ku zagona efûkirina tecawîzkarên zarokan hêj li parlamentoyê derbas nebûye û got ku hikûmet cesaret nake ku bîne meclîsê.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Zuleyha Gulum, diyar kir ku zagona înfazê ya ku bi 70 xalan pêk tê li meclîsê hat qebûlkirin. Lê zagona efûkirina tecawizkarên zarokan hêj li parlamentoyê derbas nebûye. Zuleyhayê da zanîn ku hikûmet ji ber bertek û nêrazîbûnên gel cesaret nake ku bîne parlamentoyê lê hîn di rojeva wan de ye.
Zuleyhayê, destnîşan kir ku ji ber bertekên heyî hikûmet nêçare ku rêziknameyê li meclîsê de derbas bike û wiha got:" Zagona înfazê ya ji bo berdana tecawizkarên zarokan ji demek dirêj di rojeva wan de ye. Hikûmet hewl dide ku ji temenê biçûk re pêşiya zewacan veke. Lê belê ji ber bertekên gel, wan heta niha nikarî ku vê rêziknameyê bînin parlamentoyê. Di vê wateyê de, efûya tecawizkarên zarokan di parlamentoyê de derbas nebûye. Zagonek wisa derbas nebûye. Ew ê bi gelemperî ji xeynî girtiyên siyasî ji bo tecawizkar, êrîşkar û kujeran tê gotin ku destûrnamê bidin û vê zagonê de jî derbas bikin. Bi vê zagonê bi giştî ji hemû sûcdaran re efû nayê. Hîn cesaret nekirine ku vê zagonê binin parlamentoyê, tenê niha rojeva wan de ye.