Sûka bajarê Dêrikê hate dezefenktekirin
- 13:47 14 Nîsan 2020
- Rojane
QAMIŞLO - Şaredariya bajarê Dêrikê ji bo tedbîra li dijî Vîrûsa Korona sûka bajêr dezefenkte kir.
Vîrûsa Korona yekem car li welatê Çînê rûda û di encamê de bi hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan. Gelek welatan tedbîrên pêwist hatin girtin. Yek ji wan cihan Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Di çerçoveya hemleya dezefenkteyê de şaredariya bajarê Dêrîkê ya girêdayî Kantona Qamişloyê piştî dezefenktekirina bajêr, îro jî sûka bajêr dezefenkte kir.
Her wiha hemleya dezefenkteyê dewam dike.