Ew ê tedawiya kesên bi Vîrusa Koronayê ketine belaş bê kirin

  • 11:36 14 Nîsan 2020
  • Rojane
ENQERE - Hat ragihandin ku welatiyên bi Vîrusa Koronayê ketine yên sigorta wan hebe yan tune be ew ê belaş bên tedawîkirin. 
 
Welatiyên ku bi Vîrusa Koronayê ketine an jî bikevin wê belaş  bên tedawîkirin.
 
Wê tedawiya welatiyên bi Vîrusa Koronayê (Covîd-19) ketine belaş  bê kirine. Biryara serokmariyê ya ya di vê der barê de, di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gorî biryarê, wê di çarçoveya têkoşîna li dijî Vîrusa Koronayê de ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê wê wekî pandemiyê îlan kiribû, tedawiya Vîrusa Koronayê belaş bê kirin. Welatiyên bêsîgorte an jî bisîgorte hemû wê bê heq bên tedawîkirin û ji bo tedawiyê çi derman pêwîst bin wê bên peyadkirin û bêheq bên bikaranîn.