'Em nizanin xwe ji Vîrusa Koronayê biparêzin an ji dagirkeriyê?'

  • 09:06 14 Nîsan 2020
  • Rojane
Sara Şêx Hesen 
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li kampa Berxwedan bi cih bûne li hember vîrûs û êrîşên dewleta tirk wiha dibêjin: "Hemû cîhan ji bo Vîrûsa Korona di nav liv û tevgerê de ye, lê dewleta tirk jî her roj êrîşên xwe li ser me didomîne."
 
Vîrosa Korona her ku diçe xeteriya xwe li ser tevahî cîhanê mezintir dike, ji ber vê ev bû demek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê biryara qedexekirina derve da, li herêma Şehba ya dorpêçkirî gel, gelek astengiyan dikşîne. Di aliyekî de vîrus û di aliyekî din de êrîşa dewleta tirk û komên girêdayî wê dewam dikin û gel jî li hember van li berxwe dide. Jinên  herêma Efrînê yên ku di kampa Berxwedan a Kantona Şehbayê bi cih bûne nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.
 
'Divê gelê me parastina xwe û civaka xwe bikin'
 
Rêveberiya kampa Berxwedan Nesrîn Şeibo li ser tedbîr û tevgera gel a di hundirê  kampê de nirxandin kir. Nesrînê wiha got: "Ev bû  demek Vîrûsa Korona li tevahî cîhanê belav bûye û bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dane. Heta niha jî tu derman jê re nehatiye dîtin. Em weke Rêveberiya kampa Berxwedan li hember Vîrusa Korona me gelek tedbîr girtine û ji her sê rojan carekê bi awayekî rûtin hemû bajar û kamp tên dezefektekirin. Her çiqas îmkanê me kêm bin jî çi ji destê me tê em ji bo gelê xwe dikin. Gelê me jî biryarên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine girtin pêk tînin û ji kampan dernakevin. Her wiha Heyva Sor a Kurdî di despêka kampê de kesên ku derbasî kampê dibin bi cihazê germahiyê hemû kesan kontrol dikin û wiha derbasî kampê dikin. Banga me ew e ku divê gelê me li biryarên ku hatine girtin baş guhdar bikin û li hember vîrûsê parastina xwe û civaka xwe bikin."  
 
‘Em nizanin xwe ji Vîrusa Koronayê biparêzin an ji dagirkeriyê?’
 
Jina bi navê Hacer Silêman jî bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û wiha pê de çû: "Em weke gel li gor biryarên Rêveberiya Xweser tev digerin, lê divê herkes di destpêkê de ji xwe dest pê bike, wiha em dikarin civaka xwe ji vîrûsê biparêzin û bi rojane derdor û malên xwe paqij bikin. Beriya çend rojan dewleta tirk û çeteyên wê car din bi topan êrîşî me kirin, di encamê de zarok û sivîl birîndar bûn. Hemû cîhan ji bo Vîrûsa Korona di nav liv û tevgerê de ye, lê dewleta tirk jî her roj êrîşên xwe li ser me didomîne. Em nizanin xwe ji Vîrûsa Korona biparêzin ango ji êrîşên dewleta tirk û çeteyê wê? Divê saziyên mafê mirovan çavên xwe li hember êrîşên dewleta tirk vekin û rê li pêşiya êrîşan bigirin. Em tenê axa xwe dixwazin û hebûna me li Şehbayê li ser esasa vegera Efrînê ye."