Leyla Îmret: Bi tayinkirina qeyûman dixwazin pêşiya modela jiyana nû bigirin

  • 09:01 14 Nîsan 2020
  • Rojane
Zeynep Durgut - Şehrîban Aslan
 
AMED - Hevşaredara berê ya Cizîrê Leyla Îmret diyar ku bi tayînkirina qeyûman dixwazin pêşiya modela jiyana nû bigirin û got: "Şaredariyên HDP'ê bi her awayî xizmetê dide gelê xwe. Lê hikûmeta naxwaze xizmeteke alternatîf bê kirin."
 
Bîlançoya vîrûsa koronayê li Tirkiyeyê her ku diçe giran dibe. Di vê pêvojoyê de kêmasiyên tedbîrên dewletê hatin rexnekirin. Şaredayên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di vê pêvajoyê de li gorî derfetên xwe yên heyî xizmetê didin gel. Lê divê pêvojoyê de jî qeyûm tayînê şaredariyên HDP'ê hatin kirin. Têkîldarî mijarê de hevşaredara berê ya Cizîra Şirnexê Leyla Îmret ji ajansa me re axivî û bal kişand ser helwesta hikûmetê. 
 
'HDP'ê modela jiyaneke nû ye'
 
Leyla di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser taybetmendiya HDP'ê û got: "Ji ber ku HDP projeya modela jiyaneke nûye hedef tê girtin. Ger şaredariyên HDP'ê diz bûna nedihatin hedef girtin. Mixabin, ji bilî HDP'ê tu partiyên din naxwezan dewletê biguherinin û dewleteke civakî naxwazin. Tirkiye komara xwe li ser şêr domandiye û 40 sal in jî li dijî kurdan jî şerek heye û ji ber ku kurd li Tirkiyeyê lêpirsinek da destpê kirin û xwest modeleke jiyaneke nû biafirîne."
 
'Muxalefet li hemberî desteserkirina vîna gel bêdeng ma'
 
Leyla, diyar kir ku dema qayûm tayînî şaredariyan kirin partiyên muxalîf bêdeng man û wiha dom kir:" Muxalefet li dijî desterserkirina vîna gel bêdeng bû. Li dijî vê bêmafiyê bertekek nîşan neda. Li ser vê bingehê jî di navbera CHP û HDP 'ê de jî cûdahiyên mezin hene. Ji ber ku CHP siyaseteke dûritî dide meşandin. Li  hemberî vê bêqanuniyê bêalî dimîne û bêdengiya xwe diparêze. Ji ber ku CHP li gorî berjewendiyên xwe tedikoşe."
 
'Hikûmet dema dikeve tengasiyê êrîş dike' 
 
Leyla, da zanîn ku ji ber ku şaredarî xizmet dikir hikûmet qeyûm tayînê şaredariyan kir û wiha bi lêv kir: "Mîna her sal îsal jî em bi zîhniyeta desthilatdar re rûbirû man. Şaredariyên  HDP'ê ji gel re xizmet kir, lê hikûmet bi tayinkirina qeyûman re hemû xizmetan da sekinandin. Di her pêvajoyên bi vî rengî de hikûmet nêçar dimîne û çareseriyê di êrîşan de dibîne."
 
'Deskeftiyên jinan tên hedef girtin'
 
Leylayê dawiya axaftina xwe de bal kişand ser deskeftiyên jinan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di têkoşîna jinê ya bi salan de, destkeftiyên di rêveberiyên herêmî de bi dest xwe xistin tê hedef girtin. Mesele ne tenê tayînkirina zilamek ji polîtîkayên jinê re ye. Pergala kapîtalîst bi hişmendiya otorîter pênc hezar sal in deskeftiyên jinan hedef digirin. Ji ber vê yekê pirsgirêk pirsgirêkeke hişmendiya dîrokî ye. Gava ku paşiya vê yekê neyê aşkere kirin, em nikarin bigihîjin rastiya pirsgirêkê. Êrîş li dijî têkoşîna azadiya jinê ye."