ROJEVA 14’Ê NÎSANA 2020’AN

  • 09:00 14 Nîsan 2020
  • Rojev
* Hevşaredara berê ya Cizîrê Leyla Îmret diyar ku bi tayînkirina qeyûman dixwazin pêşiya modela jiyana nû bigirin û got: "Şaredariyên HDP'ê bi her awayî xizmetê dide gelê xwe. Lê hikûmeta naxwaze xizmeteke alternatîf bê kirin." DÎMEN HEYE
 
* Ji ber xemsarî bê tedbîriya dewletan vîrûsa koronayê li seranserê cîhê belavbû. Bîlanço her roja ku diçe girantir dibe û Duygu Erol û Gul Oner li Ewropayê dijîn û gotin: "Ji ber ku dewlet di girtina tedbîran dereng ma û niha nikarin pêşiya şewbê bigirin."
 
* Dengbêj û helbestvanên kurd bal kişandin ser rojên îzalasyonê û gotin: "Mirov dikare wan rojan veguherîna fersendan. Bi kurdî binivîsînin, bixwînin û lêkolînan bikin. Xwedî li çand û hunera xwe derkevin. Huner çavkaniya aramiyê ye." DÎMEN HEYE
 
* Hevseroka Desteya Ekolojî û Şaredariya Herêma Firatê  Ruşîn Mehmud li ser Ekolojî û nexweşiyên van salên dawî de derketinê nirxandin kir. Ruşînê wiha got: "Zêdebûna kargehên teknîkê û lîstina bi genetîka şînkayî, fêkî û pêşketina teknolojiyê hêdî, hêdî xwezayê ber bi xirabûne ve dibe."DÎMEN HEYE
 
* Jinên Efrînê yên ku li kampa Berxwedan bi cih bûne li hember vîrûs û êrîşên dewleta tirk wiha dibêjin: "Hemû cîhan ji bo Vîrûsa Korona di nav liv û tevgerê de ye, lê dewleta tirk jî her roj êrîşên xwe li ser me didomîne." DÎMEN HEYE
 
* Welatiyên Kobanê di derbarê qedexeya derketina derve ya ji bo parastina ji Vîrusa Koronayê de axivîn û wiha gotin: "Di malê de em xwe û derdora xwe ji Vîrûsa Korona diparêzin."DÎMEN HEYE
 
*Dayika girtiyê bi navê Memduh Şîmdî yê li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiye, Şemme Şîmdî, da zanîn ku rûpoşan nadin girtiyan û her roj bi gardiyanan re tên gel hev û got: “Tiştek bi kurê min bê wê kî hesab bide.”  DÎMEN HEYE
 
* Endama Komeleya Hemşîreyên Beşa Giran a Tirk, Prof. Dr. Gulçîn Bozkurt, got rêjeya tijebûnê ya beşên giran ji sedî 70’ê ye û di rojên pêş de dikare krîz bê jiyîn û got: “Hemşîreyên beşa giran di vê pêvajoyê de gelek diwestin. Valahiya hemşîreyan heye. Biryar dikeve ser berpirsên biryarê didin.”
 
* Hevseroka SES’ê ya Îzmîrê Nursel Yucesoy, diyar kir ku ji bilî midûriyetên navenda û navçeyan yên tenduristyê kes nikare xwe bigihîne daneyên der barê vîrusa korona û got: “Tiştên ku beriya qedexeya derketina derve ya du rojan hatin jiyîn, hemû tedbîr wêran kirin.”DÎMEN HEYE
 
*Dayika girtiyê bi navê Egît Tekîn yê li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Tarsusê dimîne û 5 sale girtiye, Bahriye Tekîn daxuyakirin ku bi fikar in û wiha got: “Em bang dikin ku di daxistina înfazê de wekhevî û edelet hebe.”