Pêşnûmeya qanûna înfazê ya ji 70 madeyan pêk tê hat qebûlkirin

  • 08:20 14 Nîsan 2020
  • Rojane
ENQERE - Pêşnûme qanûna ji 70 xalan pêk dihat û girtiyên siyasî naxe nava xwe li meclîse hat qebûlkirin. 
 
Pêşnûme qanûna înfaza ceza ya ji 70 xalên ku girtiyên siyasî naxe nava xwe û rê li pêş berdana 90 hezar girtiyên edlî vedike ya ku mûxalefetê navê "efûya taybet" lê kir li meclîsê hat qebûlkirin. Zagon li Civata Giştî ya Meclîsê hate qebûlkirin. 
 
HDP, CHP û ÎYÎ Partî xwestin ku li ser temamiya pêşnûmeyê dengdana vekirî bê kirin, lê ev daxwaza wan hate redkirin. Dengdan bi rêbaza elektronîk hate kirin. Di dengdanê de 330 parlamenterî deng bi kar anîn. 279 parlamenterî dengê 'erê', 51 parlamenterî jî dengê 'na' dan û di encamê de pêşnûme hate qebûlkirin. Mûxalefetê têkildarî pêşnûmeyê daxwaza 210 guhertinan kir, lê ev daxwaz bi dengên AKP-MHP'ê hate redkirin. Balkêş bû dema deng hat dayîn Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî hat salona meclîsê.