Li Xarpêtê testa girtiyek pozîtîf derket

  • 16:20 13 Nîsan 2020
  • Rojane
XARPÊT - Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Xarpêtê testa vîrûsa koronayê ya girtiyek pozîtîf derketiye. 
 
Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê testa vîrûsa koronayê ya girtiyekî pozîtîf derketiye. Li gorî îdiayên xizmên girtiyek telefon ji wan re vekiriye û ragihandiye ku li girtîgeha wan girtiyek bi koronayê ketiye. 
 
Malbatan diyar kir ku rêveberiya girtîgehê agahî nedaye wan û ew ji bo zarokên xwe bifikar in. Malbatan girtî yên li Dêrsimê dijîn ji Wezareta Dadê û rêveberiya girtîgehê xwest daxuyanî bide û tedbîr werin zêdekirin. Malbatan bal kişand ser guhertina qanûna înfazê û xwestin girtiyên siyasî demildest werin berdan.