'Alîkariyê didin Rojava lê ambargoya Mexmûrê jî ranakin!'

  • 15:49 13 Nîsan 2020
  • Rojane
MEXMÛR - 271 roj in ambargoya li hemberî Wargeha Mexmûrê didome, Meclîsa Demokratîk a Gel a Mexmûrê bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got: "Hikûmet aliyek alîkarî dide Rojava û aliyek jî ambargo daniye ser Mexmûrê. Divê demildest ambargo bê bi dawî kirin, ji ber ku belavbûna vîrûsê rewşa heyî dixe nava zehmetiyan. "
 
271 roj in li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ambargoyek heye. Bi belavbûna vîrûsa koronayê re metirsiyeke mezin li wargehê çêbû. Li wargehê bi taybetî hewceyî malzemeyên tenduristiyê hene. Meclîsa Demokratîk a Gel a Wargeha Mexmûrê, bi daxuyaniyek xwestin ambargo bê bi dawîkirin. Daxuyanî ji aliyê endamê meclîsê Edban Yilmaz ve hate xwendin.
 
Daxuyaniya Meclîsa Demokratîk a Gel a Wargehê wiha ye: "Weke tê zanîn vîrûsa koronayê gelek cihên cihanê mixabin bi lezgînî belav dibe û her roj dibe sedem ku bi sedan mirov jiyana xwe ji dest bidin. Di van rojên ku mirovahî qeyranekî dijî û her cure piştgîrî û alîkariya mirov didin hevûdu bêguman pir binirxe û xwedî bi wate ye. Ger ku mijara gotinê alîkariya navxweyî ya Gelê Kurd yê di bin dorpêça qirkirina çandî û fîzîkî de be ev piştgîrî zêdetir binirxe û cihê şanaziyêye.
 
Alîkariya ji bo Rojava hatî dayîn bi nirx e... 
 
Bi vê ferasetê em weke Meclîsa Demokratîk a Gel a Wargeha Penaberan Mexmûrê alîkariya kelûpelên tibbî yên Hkûmeta Başûr ji bo Rojavayê Kurdistanê kirine kêmbe jî binirx û cihê kêfxweşiyê dibînin. Lê ji ber ku Rêvebiriya Başûrê Kurdistanê milekî de ji parçeyek din ya Kurdistanê re alikariyê dike û milekî de jî ambargoyek dijwar daniyê ser Wargeha me. Ev yek nakok û cihê fikarê ye. Ger ku Hikûmeta Başûr naxweze ev helwesta wan di raya giştî ya Gelê Kurd de weke siyasetek durû were nirxandin pêwiste li hember civata Gelê Kurd û tevahî mirovahiyê serî de Partiya Demokratîk Kurdistanê (PDK) û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê dilsoziya mirovahî û netewî li hember wargeha me pêk bînin.
 
Bi bacên me pere kom kirin... 
 
Sazî û dezgehên ragihandinê yên PDK'ê bênavber ser vê alikariya bi bacên gele me yê Başûr hatiye tomarkirin weşan dikin û bi pereyên gelê me yê xizan, probagandaya rayedarên Hikûmeta Başûr dikin û dixwezin rûyê reş yê siyaseta Rêvebiriya Başûrê Kurdistanê li hember raya giştî ya Kurd derxin paqijiyê. Em, bang Rêvebiriya Başûrê Kurdistanê dikin ger mirovahî û netewîbûyîna xwe de dilsozin, bila dorpêç û ambargoya danîne ser wargeha me demildest bidawî bikin.
 
Rewşa penaberan di bin xeterê de ye 
 
Weke tevahî raya giştî dizane ev 271 roj in bi pêşengiya PDK'ê, Hikûmeta Başûrê Kurdistanê dorpêç û ambargo daniye ser wargeha me. Di van rojên ambargoyê de ji ber ku PDK'ê rê neda ku biçin nexweşxanê dayikên ducanî zarokên xwe ji dest dan, Asayîşa PDK'ê porê dayikên me re girtin û li ser ceddeyan xirikandin, nehîştin cenazeyên me jî derbas bibin, ne hîştin zarokên me bi aramî dibistanên xwe bixwînin. Bûn sedem ku bi sedan ji gelê me yê xizan ji kar werin derxistin. Di rex zor û zehmetiyên penabertiyê vê ambargo û dorpêça PDK' ê şert û mercên jiyanê ser me girantir kirin û niha jî di bin dorpêç û ambargoyê de ji ber vîrûsa koronayê bi hezaran şêniyên wargeha me di bin xetere de ye. 
 
Deriyê me her tim ji gelê me re vekirî bû
 
Weke gelê wargeha penaberan ya Mexmûrê me herdem piştgirî daye çar parçe Kurdistanê. Serî de gelê me yê Başûrê Kurdistanê dilsozî û piştgiriya me baş dizane. Dema gelê me yê Başûrê Kurdistanê zor û zehmetî dijiyan, me serî de li Botan û Zagrosan deriyê mala xwe û deriyê dilê xwe ji gelê xwe yê Başûr re vekir, li hember dijminên Gelê Kurd di nav refên pêşmergeyan de jî me cihê xwe girt û herî dawî jî 2014'an de ji bo Başûrê Kurdistanê  nekeve destê çeteyên DAÎŞê keç û xortên Mexmûrê bedena xwe kirin sîper û canê xwe yê şêrîn di rêka parastina Başûrê Kurdistanê de feda kirin. Çawa ku ev piştgiriya me di dîroka Kurd, Kurdistan û mirovahiyê de cihê serbilîndî û serfiraziyê be, ambargo û dorpêça PDK'ê daye ser wargeha me jî wê heman dîrokê de bibe cihê rûreşî û şermeke pir mezin.”
 
Divê demildest ambargo bê rakirin
 
Em bangewaziya xwe dubare dikin! Ger ku Rêveberî û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê alîkarî dayîna Gelê Kurd de rastî jî dilsoz be bila demildest ambargo û dorpêça ser wargeha me bidawî bike. Di bin metirsiya vîrusa korona, qeyrana aborî û mirovahiyê de ambargoya PDK'ê ya ser me, li ser navê Kurdinî û mirovahiyê beriya her tiştî şermek û rureşiyek mezin e. Ambargo û dorpêça PDK ya ser wargeha me heman demê de sedema terikandina wargeha Maxmûrê ji bo komkujiyê jî.
 
Amûrên tenduristiyê kem in 
 
Bila serî de Gelê Kurd û tevahî mirovahî bizanibe ku di bin dorpêç û ambargoya nêzî deh meh in ku bi pêşengiya PDK'ê, Hikûmeta Başûr daye ser wargeha me, tu derfetên me yên ji bo tenduristî û aboriyê nînin. Li hember vîrûsa koronayê ku bûye kerasetek kurewî tu amûr, teknîk an jî binesayiya me ya tibbî nîne. Ger ku hemweltiyên me bi vîrûsê nexweş bikevin wê ev di wargehê de bi lez belav bibe, em ê nikaribin pêşî lê bigrin û wê bibe sedemek kerasetek mirovahiyê. Wê berpirsiyariya vê komkujiyê jî li ser PDK, Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî be. 
 
Bêdeng nemînin...
 
Em bang serî de raya giştî ya Kurd, taybet gelê me yê Başûrê Kurdistanê, mirovahiyê û rayedarên Neteweyên Yekbûyî dikin bila hember vê siyaseta PDK'ê ya dervayî mirovahî û dervayî Kurditiyê hişyarbin, bêdeng nebînin û bila deng bidin qîrîna me.
 
Bangawaziya me ji bo Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî ew e ku bila demildest dawî bi vê rureşiya netewî bînin, lêborîna xwe ji Gelê Kurd bixwazin û  bila ambargoya ser wargeha me rojek beriya rojekî rakin."