Dora li ber PTT'ê dîsa bal kişand

  • 15:44 13 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Li ber şaxa PTT’ê ya Ofîsê  welatî ketin dorê û vê dorê bi dirêjahiya xwe bal kişand.
 
Ji ber şewba koronayê (Covîd-19) ku belav nebe li her derê tevdîr tên girtin û ji bo derneketina ji malê û parastin mesafeya fizikî bangên hişyariyê didomin. Her wiha Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê li 30 bajarên mezin ji bo 2 rojan qedexeya derketina derve îlan kiribû û îro qedexekirira derve bi dawî bû. Bi dawiya qedexewa derketine derve welatî dîsa ji malên xwe derketin û qerebalixa derveyî bal kişand. Li Amedê jî li ber şaxên PTT’ê welatî dikevin dorê û îro jî welatî ketin dorê û balê dikişîne ser xwe. Li ber şaxên PTT’ê bariyerên polîsan hatine bicihkirin û cihên ji 2 metrekareyan ku kesek bikevê çêkirine. Hejmara van dabeşkirina hindik man û li ser vê yekê xelk ket dorê û mesafeya fizîkî jî li holê nema. Her wiha piraniya welatiyan bê maske û lepik bûn.