Komek Dildaran ji bo Sûrê nan belav kir
- 14:49 13 Nîsan 2020
- Rojane
AMED - Komek dildarên li Sûrê, li deriyên malbatên xizan xistin û nan li wan belav kirin.
Bi şewba Vîrûsa Koronayê re tevnên piştevaniyê, li gelek bajaran mezin bûn. Di vê çarçoveyê de kampanyayên Partiyên siyasî, sazî û dezgehên cuda dan dest pê kirin dewam dikin. Li Amedê jî komek dildaran, li navçeya Sûr a Amedê li gelek deriyên malbatên xizan xistin û bi belaşî nan li welatiyan belav kirin.
Dildaran, nan ji firinan girtin, li taxên Alîpaşa û Îskenderpaşa yên Sûrê li welatiyên xizan û pêdiviyên wan heyî belav kirin. Dildaran heya niha alîkariya nan dane 100 malbatan.