Wezareta Dadê: 3 hikumxwar ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan

  • 14:10 13 Nîsan 2020
  • Rojane
ENQERE - Li gorî daxuyaniya Wezareta Dadê testa 17 hikumxwaran pozîtîf derketiye û 3 ji wan jiyana xwe ji dest dane û tedawiya 13 kesan jî didome. 
 
Wezareta Dadê piştî civîna koordînasyonê daxuyanî da û diyar kir ku li 5 girtîgehên vekirî 17 hikumxwar bi nexweşiya vîrûsa koronayê ketine û got: "3 girtiyan jiyana xwe ji dest daye. Dermankirina 13 girtiyan jî didome. Li girtîgehan bûyerên koronayê di asta ku dikare were kontrolkirin de ye. Kesek di beşa lezgîn de tê dermankirin. Di saziyên me yên adlî jî testên pozîtîf derketine.”