Fêrgeha Kurdî dest bi dayîna dersên Kurdî dike

  • 13:31 13 Nîsan 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên kurd bi navê Fêrgeha Kurdî xebateke nû dan destpêkirin û dê li ser înternetê dest bi dersên bi kurdî bikin. 
 
Di vê serdemê de ya ku mirov ji ber koronavîrusê ji mala xwe dernakevin, li ser înternetê ji bo hînkirina Kurdî, Fêrgeha Kurdî hatibû amadekirin. Wê vîdeoya pêşîn a Fêrgeha Kurdî îro (13’ê Nîsanê) were weşandin.
 
Di vê çarçoveyê de ji bo kesên ku qet bi Kurdî nizanin û dixwazin Kurdiya xwe geş bikin wê vîdeoyên perwerdehiyê werin belavkirin.
Bi saeta Amedê saet di 19’an de wê her duşem, çarşem û înê vîdeoyên perwerdehiyê were weşandin. Hate diyarkirin ku di demên pêş de wê li ser youtube û platformên medyaya civakî jî weşan were kirin.