Di pêvajoya pandemiyê de şîdet zêde bû:Dewlet jinan nabîne

  • 09:12 13 Nîsan 2020
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE - Jinan diyar kirin ku bi pêvajoya vîrusê re bangên ‘li malê bine’ tên kirin û ji ber vê şîdet û kuştinên jinan jî zêde bûne û got: “Dewlet nikare jinan ji nedîtîve bê.”
 
Piştî vîrûsa korona li hemû cîhanê belav bû, şîdeta li ser jinan jî zêde bû. Li Tirkiyeyê di 20 rojên ewil yên vîrusê de 21 jin hatin qetilkirin. Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê (TKDF) diyar kir ku gelek jinî serî li Xeta Lezgîn xistine û gelek saziyên jinan jî diyar dikin ku hejmara jinên rastî şîdetê hatine zêde bûne.
 
Bi bangên ‘li malê bin’ re şîdeta mêra a li ser jinan zêde bû. Jinan bertek nîşanê rewşê da û diyar kirin ku hikûmetê tu tedbîr negiriye.
 
‘Xizmet niha sînor bûne’
 
Ji Weqfa Piştevaniya Jinan Nîhan Darmarli diyar kir ku di pêvajoya karantînayê de hejmara jinên hatine qetilkirin nîşan dide ku ewlehiya jinan li malê tune û got: “Jin herî zêde ji aliyê mêrên nêzî wan ve hatin qetikirin. Ji bo parastina ji vîrusê cihên herî bi ewle mal tên nîşandan. Lê mixabin jin û zarok bi mêrên ku şîdet û îstîsmarê dikin re ligel hev in. Aşkeraye ku di vê rewşê de wê şîdet zêde bie. Mekanîzmayên têkoşîna li dijî şîdetê jî niha bi sînortir xizmetê didin.”
 
‘Jin di pêvajoya pandemiyê de dikarin teredut bikin’
 
Nîhanê got: “Li Tirkiyeyê xeteke lezgîn ya tenê ji bo jinan hatiye veqetandin tune. Di vê pêvajoyê de gelek kes ji ber daxwazên cuda serî li xetên 155 polîs îmdat, 183 Xeta Piştgiriya Civakî, 112 Lezgîn, 156 Cenderme digerin. Ji ber vê jî jin zehmetiyan dikşînin xwe bigihînin xetan û dikevin teredutê. Lig elek welatan rayedaran diyar kirin şîdeta li ser jinê zêde bûye. Ji bo vê tedbîr hatin girtin û butçe hatin veqetandin. Niha sererastkitina înfazê ya ku gumanbarên şîdetê ji girtîgeha derdixin anîn Meclîsê. Ev jî wê şîdeta li ser jinan zêdetir bike. Di vê pêvajoyê de em bi telefon û e-maîlan bi jinan re têkiliyê datînin. Bi sererastkirina înfazê re gelek jin li me geriyan û gotin kî ji vê qanûnê fêdeyê digirin.”
 
‘Piştî pandemiyê wê tabloyek cidî derkeve holê’
 
Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Enqereyê Îdîl Yalçiner, jî daxuyakirin ku piştî pandemiyê wê der barê şîdet û kuştinên jinan de tabloyek cidî derkeve holê û got: “Di vê pêvajoyê de hemû rojev bûye vîrus. Şîdet û kuştinên li hember jinan cih nagirin. Her çiqas di çapemeniyê de neyê dîtin jî van rojan kuştinên jinan zêde bûne. Di pêvajoya pandemî de xetên 112, 155 û 183 naxebitin. Lê em wek Baroya Enqereyê di vê pêvajoyê de jinan tenê nahêlin. Jinên rastî şîdetê tên dikarin ji ser xeta telefonê ya 444 43 36 a Navenda Gelîncîk ya Baroya Enqereyê xwe bigihînin me. Jinên rastî şîdetê tên jî li nexweşxaneyan nikarin xizmetê bigirin. Jinên rastî şîdetê tên divê bêdeng nemînin. Piranî nexweşxane bûne nexwexaneyên pandemî. Ji ber vê jî jin rastî astengiyê tên. Divê dewlet tenê li ser vîrusê nesekine û rewşa jinan jî bibîne.”
 
‘Jin li malê tenê hatin hiştin’
 
Îdîlê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser tedbîrên li dijî şîdeta li ser jinan û got: “Di vê pêvajoyê de divê dewlet tedbîran bigire û di vê mijarê de berpirsyare.Lê mixabin di vê pêvajoyê de jin li malê tenê hatin hiştin. Bi destê dewletê tenê hatin hiştin. Divê pêkanîna KADES’ê bê belavkirin û zêdetir bê bihistin.Jin di dema şîdetê de wê van pêkanînan bikaribin bikar bînin. Em dibihîzin ku dema şîdetê de polîs diçin û îmzeyê digirin û vedigerin. Di vê mijarê de pêşniyara me eve ku peywirdar bi baldarî û xesastir bixebitin. Yên şîdetê pêk tînin dikarin li nexweşxane an jî otelekê bên îzolekirin. Bi hinceta ku ‘vîrus dikare belav bibe’ biryara durxistinê nadin. Lê dikare tedbîrên wisa bên girtin. Jinên rastî şîdetê tên bêçarebûn lê tên ferzkirin. Divê em jî li dijî vê bêdeng nemînin û tu car vê qebûl nekin.”
 
‘Bila jin xwe bigihînin me’
 
Ji Meclîsa Jinan a HDP’ê Turkan Demîr jî destnîşan kir ku divê jin dengê xwen biling bikin û got ji bo vê jî di pêvajoyê de çapemeniya civakî zêdetir û bandortir bikar tînin. Tukanê daxuyakirin ku di meha Adarê de 18 jê li malê bi giştî 29 jin hatine qetilkirin û wiha dawî lê anî: “Bi pandemiyê re ewlehiya canê jinan li malê nema. Niha dixwazin bi qanûna înfazê re, gumanbarên sûcên li dijî jin û zarokan pêk anîne bên berdan. Em dibînin ku di vê pêvajoyê de jin rastî her cureyê şîdetê tên. Em bang dikin ku jinên rastî şîdetê tên xwe bigihînin me.”