‘Li dijî dijhiqûqiyê serî hildan’

  • 09:11 13 Nîsan 2020
  • Rojane
STENBOL - Parêzer Ebru Tîmtîk di 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguhert rojiya mirinê. Xaltiya Ebruyê, Sultan Kaya, diyar kir ku ew edeletê dixwazin û got: “An beyî sedem wê bi salan bihatana girtin an jî wê li dijî vê dijhiqûqiyê serî hilbidana. Wan li dijî dijhiqûqiyê serhildan tercih kirin. Wê bi ser bikevin. “
 
Di Mijdara 2017’an de li dijî parêzerên Komeleya Hiqûqnas ya Hevdem (ÇHD) operasyon pêk hat û hatin girtin. Bi giştî ji bo parêzeran 159 sal ceza hat birîn. Parêzeran li ser vê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Ji parêzerên dest bi grevê kiribûn, serokê giştî yê ÇHD’ê yê girtî Selçuk Kozagaçli, Aycan Çîçek, Engîng Gokoglu, Ayşegul Çagatay, di 5’ê Sibatê de dest bi çalakiyê kiribû û di 3’ê Adarê d enavber dabûnê. Barkin Tîmtîk, Ebru Tîmtîk, Oya Arslan û Aytaç Unal jî diyar kiribûn ku wê çalakiyê bidomînin. Di 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran de ÇHD’ê daxuyand ku Aytaç Unsal û Ebru Tîmtîk veguhertine rojiyamirinê. Li girtîgeha Sîlîvriyê Ebru di roja 103’emîn de û Aytaş jî di roja 70’emîn de çalakiyê didomîne. Xizmên parêzerên girtî fikarên xwe anîn ziman.
 
Ji zarokatiyê de jiyanek wê ya zehmet hebû
 
Ebru di 14’ê hezîrana 1978’an de li Elezîzê hat dinê û malbata wê ji Dêrsimê ye. Bavê wê mamosteye û ji ber tayînê bar dikin Stenbolê. 7 saliya wê de bavê wê jiyana xwe ji dest dide û dayika wê dixebite. Ebru Fakulteya Hiqûqê ya Erzînganê qezenc dike û seranserê zanîngehê dixebite. Ebru bi ‘hestiyarî û serkeftina’ xwe tê zanîn. Dibe dengê kedkar, karker, jin û bindestan.
 
4 sal berê jî dayika wê jiyana xwe ji dest dide. Ji bo malbatên xwe xizmên xwe winda kiriye têdikoşe, li malê jî kedê dide xwişk û birayên xwe. Xaltîka wê Sultan Kaya der barê Ebruyê de axivî.
 
‘Yekane daxwaza wê edelet e’
 
Sultanê got diyar kir ku Ebruyê di pîşeya xwe de hewl daye bibe dengê karker, jin û bindestan û ji ber vê hatiye girtin û got: “Ebruyê dizî nekir, hişbir nefrot. Yakene daxwaza wê edeleta ji bo bindestan bû. Sedema çalakiya wê jî daxwaza wê ya edeletê ye. Li vî welatî wek parêzerekê hewl da lêgerîna xwe ya edeletê bi vî awayî bide bihistin. Rewşa vî welatî radixe ber çavan. Bifikirin parêzer ji bo darizandineke bi edelet dikevin grevê, rojiya mirinê. Yekane daxwaza wan edelet e.”
‘Ligel ked û kedkaran bû’
 
Sultanê bi lêv kir ku tu gotin û hevok têrî vegotina Ebruyê nake û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez nizam çawa bêjim, çawa behsa wê bikim. Hêvîrim ku bê berdan û hun wê nas bikin. Ji bo naskirina wê demek kurt têr dike. Xwedî merhemet, cesaret, seknek xurt e. Ebru keça malbatek kedkare. Her tim li alî karkeran bû. Mafên wan parast. Ka em êdî bêjin çi.”
 
‘Ebru edeletê dixwaze’
 
Sultanê got roja parêzeran de du parêzer ketine rojiya mirinê û got: “Ev êşek mezin e.Ebruyê bi zor û zehmetî fakulteya hiqûqê xwend.Lê niha mafê xwe yê parêzeriyê nikare bîne cih. Der barê tenduristiya wê de bêguman fikarên me zêdene. Qebûlkirina daxwazên wan ne zehmetin. Daxwaza wan Edelete. Wekê din tiştek nîne. Em dixwazin ku demildest bên berdan. Hele di vê pêvajoya vîrusê de fikarên me mezintir bûne. Wê têkoşîna wan bigihêje serkeftinê.”