Selîna Sahra: Em ê bi hêza xuşkan bi ser kevin

  • 09:09 13 Nîsan 2020
  • Rojane
Medya Uren- Rengin Azizoglu
 
AMED - Endama Pîrevokên Kampûsê Selîna Sahra li ser zêdebûna tundî tujiya li ser jinan bi me re axivî. Selîna got zilamê serdest ê ku hevpeymanên em weke temînata jiyana jinan bi nav dikin pêknaynin , ango pişgirî didin tacîzcî û qetilkaran û wiha got : “Li dijî van êrişan em ê bi diruşma hêza xuşkan  tora xwe ya hevkariyê xurt bikin û bi ser kevin.”
 
Her ku diçe tundiya li ser jinê zêde dibe. Lewra li gorî lêkolînan, bi vîrusa koronoyê re ev tundî zêdetir bûye. Ji Yekitiya Pîrevokên Kampûsê ya ku  bi pirsgirêkên xwendevan dijîn re eleqeder dibe Selînla Sahra da zanîn ku di rewşên asayî de jî pirsgirêkên jinan tên nuxumandin û bi karaserên civakî re ev pirsgirêk mezintir dibin. Salîna ev gişt got: “Li hemû deverên cîhanê, di hemû deman de êriş û astengiyên li ser jiyana me didin pêkanîn nayên guhertin û berdewam dikin. Lewra di dema  krîza neteweyî û gerdûnî de ya weke kriza pandemiyê ev astengî û êriş zêdetir bûne.”
 
‘Di hemû deman de êriş û astengî berdewamin’
 
Selîna di destpêka axaftina xwe de got pergala bavikselerî demek dirêje bi lîstikên kautîk ên li ser jinê didin meşandin re di rojevê de ye û got tiştên ew dijîn ne girêdayî dema îro ne girêdayî erdnîgarıya ew li ser dijî ne. Selînê wiha berdewam kir: “Niha jî bi pandemiyê re li gelek eyaletên bajarên Yekitiya Ewropayê  û Emerîkayê kurtaj di beşa ‘operesyonek ne lezgîn’ de cih digire. Ango hatiye qedexekirin. Ev buyer ne yekem e û di dema vebaya reş belav buye de ji kurtaj hatibû qedexekirin. Em di ferqa êrişên hişmendiya deshilatdar de ne. Li hemû deverên cîhanê, di hemû deman de êriş û astengiyên li ser jiyana me didin pêkanîn nayên guhertin û berdewam dikin.”
 
‘Pêdiviya me bêhtir bi hevkariyê heye’
 
Selîna careke din bi êrişên iqtidar li ser jinan dide meşandinê re gotina xwe da berdewamkirin û wiha got: “Ev demeke dirêje iqtidar êrişên xwe dide berdewam kirin. Ji ber ku em dizanin jin li hemberî hemû bêmafiyê serî radike. Dîs em dizanin ku jin weke dînameka civakê pêşenktiyê dikin. Di demên kes deng dernaxin de jin serî hildidin û dibin dengê civakê. Jin tucar li hemberî deshilatdarî û gefan bêdeng namînin. Yekitî û piştevanya me pêkaniye di demên koronoyê de ji berdiwan dike. Ev tora me qet ji hev qut nabe.  Em çalekî û xebatên xwe li ser medyaya civakî didin meşandin. Tê zanîn di vê pêvajoyê de bêhtir pêwîstiya me bi hevgirtinê heye. Ji ber ku tundî zêde bûye. Bi pandemiyê re zêdebûna tundiya li ser jinê tiştekî ku em li bende bûn. Li gorî daneyên ji Çînê hatine hat diyarkirin ku rêjeya xilaskirina zewacê her ku diçe zêde dibe. Di van r ojande mayîna jinan a li malê xeteriyeke mezin e. Ji ber ku em dizanin tundiya herî mezin li malê pêk tê. Bi koronoyê re ji ev jimar her ku diçe zêde dibe. Jin neçar dimînin bi tacîzkar û qatîlan re di heman malê de bimînin. Em di pêvajoyek wisa de ne ku keda jinê ji nedîtî ve tê û li dijÎ wê ji keda wê tê binpêkirin.”
 
‘Em  ê bi xuşkên xwe re berxwedana xwe bi ser bixin’
 
Selîna got tundiya zayendî, fîzikî û derunî di van rojên awate de ji zêde dibe. Selîna got barê van qeyranan dixwazin bikin ser milê jinan û  wiha berdewamî da axaftina xwe: “Bar dixin ser milê jinan û bi vê yekê re dixwazin herî zêde ew zererê bibînin. Em ê van rojên dijwar bi şiyariya hêza xuşkan bi ser bixin. Em ê tora xwe bêhtir bişidînin û qahîm bikin. Herwiha ger em qala ne pêkanîna qanûna 6284  û peyamana Stenbolê dikin ku em weke temînata jiyana jinan bi nav dikin. Beriya pandemiyê jî me diyar kiriibû ku pêwîste ev hevpeyman bi lezgînî pêk were, lewra di roja îro de ew piştgiriya tacîzkar, tecavuzkar û kujeran dikin. Li hemberî vê hişmediyê hevgirtin û rêxistinbûnyîna me ciheke girîng dihilgire. Bi hêviya em vê pêvajoyê bi kêmasıyên herî biçuk derbaz bikin. Ango em bi  xuşkên xwe re li dibistanên xwe werin ba hev.”