Evîn Siwêd: Jin ji bo parastina civakê ya ji Vîrusa Koronayê seferber bûye

  • 09:04 13 Nîsan 2020
  • Rojane
Roj Hozan
 
QAMIŞLO - Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd, derbarê xebatên jinê yên di nava rewşa tedbîrên ji bo Vîrusa Koronayê de hatine girtin, nirxandin kir û got: "Jin ji bo parastina civaka xwe seferber bûye. Kesên ku di nava kar û xebatê de ne  li parastina bedena xwe baldar in. Hem karê xwe dikin û hem jî civaka xwe ji vê vîrûsê diparêzin. Banga me  ji bo mirovên civaka me heye ku li malê xwe bin."
 
Di nava vê rewşa aloz de  belavbûna Vîrûsa Koronayê ku tevahî cîhan di nav de ye, êdî tedbîrên rêgirtina li pêşiya vîrûsê li tevahî welatan tên kirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevî ku heya niha tu rewşên nexweşiya vîrûsê  derneketine, lê tedbîrên cidî hatine girtin. Her kes ji aliyê xwe ve baldar e, li gor derfetên xwe xizmeta civaka xwe dikin û xwe ji vîrûsê diparêzin. Têkildarî rewşê gelek xebat di aliyê jinan de jî hat kirin. Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd xebatên jinê û tevgera wê ya ji bo rêgirtina li pêşiya vîrûsê nirxandin kir.
 
'Jin ji bo parastina civaka xwe seferber bûye'
 
Evînê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser xebatên ku di vê rewşê de ji aliyê jinan ve hatiye kirin û wiha got: "Ev demeke ku Vîrusa Koronayê li tevahî cîhanê belav bûye. Ji bo ku em xwe weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  biparêzin, hin biryarên girîng ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatin dayin. Jixwe Kongreya Star jî  weke rêxistineke jin erka pêşengtiyê kir ku van biryaran pêk bînin. Hin komîteyên me jî di nava vê rewşa awarte de kar û xebatê xwe didin meşandin. Di nava bajaran de ji bo qedexekirina derketinê Asayişa Jinê li ser erka xwe ye. Ji bo paqijkirin û pakkirina bajaran jinên xebatkarên şaredariyan li kolana ne. Her wekî din jinên ku di nava komîteyên tenduristiyê de cih digirin amade ne. Jin ji bo parastina civaka xwe seferber bûye."  
 
'Kesên ku di nava xebatê de ne, karê xwe dikin û civaka xwe ji vîrûsê diparêzin' 
 
Evînê di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser erkên  cuda yên ku di nava vê rewşê de hatine kirin û wiha domand: "Di nava van erkên pîroz de, gelek erkên din li kêleka wê hatin kirin.  Mînak çemê Qamişloyê bi temamî hat paqijkirin, cihê ku ji bo çandina daran ji bo rojbûna Rêber Apo  hatibû diyarkirin, bi qasî 1500 darî ji aliyê Şaredariya Gel û Bîroya Jinê ve li şaredarî  hatin çandin. Di nava rewşa karantînayê de, weke ku em li ser malperên tevna civakî temaşe dikin ku tundiya ser jinan di nava malan de zêde bûye û gelek pirsgirêk derdikevin holê.  Ji bo ku em rê li ber vê yekê bigirin me biryar da ku Malên Jinê yên girêdayî Meclisa Edaleta Jinê bikevin nava tevgerê. Helbet kesên ku di nava kar û xebatê de li parastina bedena xwe baldar in. Hem karê xwe dikin û hem jî civaka xwe ji vê vîrûsê diparêzin."   
 
'Biryarên Rêveberiya Xweser ji aliyê tevahî civakê ve hat qebûlkirin'
 
Evînê li ser biryar û tedbîrên Rêveberiya Xweser ên ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna vîrûsê li herêmê nirxand û wiha pê de çû: "Biryar û tedbîrên ku hatine girtin, em jî weke jin bi nêrîn û pêşniyar beşdarî wê bûn. Ji bo rêgirtina li pêşiya vê nexweşiyê, ya herî rast biryarên Rêveberiya Xweser ji bo herêmê bû. Me dît dewletên ku tedbîra xwe negirtin, rewşa wan pir xerab e,  ji bo wê nêrîna me ji bo van biryaran erênî ye. Ji bo dirêjiya dema karantîna li malê careke din em tevlî bûn. "
 
'Kongreya Star di nava vê qirîzê de xebateke girîng da ser milê xwe'
 
Evînê ji bo xebatê baldariya jinan ji nexweşiyê bi taybet nêrîn da û ev tişt got: "Destpêkê ji bo Vîrûsa Korona  me bi daxuyaniyekê hişyarî da gel û me bi hemû jinan re jî parve kir.Weke jin em çawa xwe ji vîrûsê biparêzin di aliyê baldariyê de, paqijiyê de , rêbazên belaviya vîrûsê û xwe jê parastin, ev hemû ji bo jinan hat dayin. Kongreya Star di nava civakê de xwe ji du aliyan birêxistin dike, hem di aliyê bajarok, navçe û kontonan de, hem jî weke komîte xwe birêxistin dike bi rengekî ku kombûn çênabe, da ku  bikaribe xwe bighîne her kesî  û xwe bighînê aliyê pêwendîdar.  Ev hemû xebat jinan da ser milê xwe û heya niha jî tên domandin.”
 
'Komîn di nava taxên biçûk de tevgerê dikin û xizmeta gel dikin'
 
Evînê li ser rewşa avakirina komînan axivî û wiha dirêjî da gotinên xwe:  "Di vê rewşê de em naxwazin kombûn çêbin, ji bo wê komîn erkên xwe  bi rengekî cuda didin meşandin. Mirovên  ku taxê wan nêzî hev in, ew bi xwe bi hev re pêwendîdar in. Mirovên xizan yên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, komîn pêwîstiyên wan yên jiyanî bi cih tînin.  Ji bo ku gel ji rewşên metirs jî agahdar bikin komîn hişyarî dikin. Em dikarin  bêjin erkê komînan di nava taxên biçûk de tenê tê dîtin, wekî din erkên mezin  bi temamî hatine rawestandin."
 
'Di rewşa vîrûsê de, rêzdariya  ji mirovên temenmezin re li herêmên me pir pîroz e' 
 
Evînê ji bo mirovên temenmezin jî yên ku weke hafizeya dîrokê tên pênasekirin  di nava vê rewşê de nêrîna xwe ji me re parve kir û wiha dibêjê: "Kesên temenmezin yên ku di nava civaka me de ne,  weke hafizeya  dîrok, ziman, çand û çîrokên bav û kalan, tên nasîn. Ji bo wê rêzdariya ku gelê herêmê ji bo kesên temen mezin digire,  pîroz û baş tê dîtin. Bi qasî ku di cîhanê de ev çîroka ku tenê kesên temenmezin ji vîrûsê bandor dibin û ev mirovên wisa her di nava metirsiyê de hiştin, di herêma me de wisa lê ne hat mêzekirin û berovajî wê malbatên ku mirovên wan a temenmezin hene bêtir li tenduristiya wan baldar bûn û parastina hemû malbatê jî dikin."  
 
'Ev vîrûs ji bo mirovahiyê ezmûnek e'
 
Evînê diyar kir ku ger ji destpêkê de mirovan hev ji xeteriyên nexweşiyê bihatana agahdarkirin, rewş ewqas xerab nedibû û wiha dom kir: "Derketina Vîrûsa Koronayê di nava cîhanê de ev da xuyakirin, gelo hevgirtina wan bi hev re çawa ye? Yan jî di aliyê zanistê de dema ku ev nexweşî hatiye tespîtkirin ger ku bi hev re parve kiribane, dibe ku rewş hêsantir ba. Ev rewş niha  ji bo mirovahiyê ezmûnek e. Mirov di nava fikirandinê de ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xizmeta mirovên civakê ji bo me erkên pîroz û ezmûnek e. Ji bo ku em xwe ji vê rewşê xêlas bikin  pêwist e malbat û civaka xwe biparêzin."
 
'Em ê bi encamên baş ji nava vê qirîzê derkevin'
 
Evînê wiha dawî li gotina xwe anî: "Di dawiyê de em dikarin bêjin ku ger em bi vî rengî berdewam bikin, em ê encamên pir baş bi dest bixin. Şaştiyên heyî li ser tê sekinandin û biryarên baş tên derxistin. Rast e xeterî mezin e, lê rewşa mirovahiyê piştî vê nexweşiyê wê ne weke berê be.  Ger ku em bi encamên baş ji nava vê rewşê derkevin, ev jî wê serkeftineke din li serkeftinên gelê herêmê bê zêde kirin. Ji bo wê banga ji bo mirovên civaka me ku li malê xwe bin."