Em dixwazin pêdiviyên malbat û keça me bînin cih

  • 20:39 12 Nîsan 2020
  • Rojane
ÊLIH - Malbata Kubra Akgul ku bi Vîrûsa Koronayê ketiye banga hestiyariyê kir û wiha got: "Ne ji me re test çêkirin ne pêdiviyên me tînin cih ne jî dihêlin em biçin derve. Her wiha nahêlin em keça xwe jî bibînin."
 
Şewba virûsa koronayê li Tirkiyeyê û Kurdistanê roj bi roj zêdetir belav dibe. Li gorî daneyên dawî li Tirkiyeyê 1106 kes mirin û 52 hezar û 167 kes bi vîrûsa corona ketin.  Her wiha Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê li 30 bajarên mezin û Trabzonê ji bo 2 rojan qedexeya derketina derve îlan kiriye. Yek ji wan nexweşan Kubra Akgul 3 rojin li nexweşxaneyê radize. Malbata Kubra Akgul pêvajoya keça xwe û pirsgirêkên malbatî ku dijîn anî ziman.
 
'Pêdiviyên me nayînin cih'
 
Malbata Kubra diyar kir ku keça wan 6 roj berê nexweş ketibû lê 3 roj e li nexweşxaneyê radize û wiha gotin: "Keça me 19 salî ye, nexweşiya wê ya  dil heye di heman demê de enfeksiyon û iltihaba wê zêdetir bû. Şeş roj berê ji bo pêdiviyên malê çû  derve hin tişt kirî û hat malê. Êvarê ji me re got zikê min diêşe û bi emel ketime. Me jî got qey ji ber xwarinê ye. Paşê me wê bir nexweşxaneyê nîşanê bijîşkê da û ji ber sincirandina laşê wê testa koronayê kirin. Bijîşk got test negatîf e me şandin malê. Sê roj dû re bi şevê li me geriyan û gotin testa keça we pozîtîf derket û bi wî awayî hatin malê keça me birin nexweşxaneyê. Me jî di mal de xistin bin karantînayê û niha di nav mal de em 9 kes in. Ne ji me re test çêkirin ne pêdiviyên me tînin cih ne jî dihêlin em biçin derve. Her wiha nahêlin em keça xwe jî bibînin tenê carinan bi telefonê em diaxivin."
 
'Me êdî fedî kir ku li wan bigerin'
 
Malbata Kubra anîn ziman ku di serî de ji wan re gotin çi pêdiviyên we çêbû ji me re bêjin lê nehatin pirsa wan nekirin. Malbat wiha pê de çû: " Bi me re têkildar nabin, dema em bi telefonê wan digerin hertim me ji kesên din re beralî dikin jixwe dawiya beralîkirina wan vala derdikeve. Me jî êdî dev jê berda. Em niha nikarin pêdiviyên xwe bînin cih, ewqas me maske û lepik xwest lê neanîn. 8 zarokên min henin ji wan şeş he keç in. Hûn jî dizanin ku pêdiviyên jinan ên taybet çêdibe. Em ji vê aliyê de jî dijwarî dikşînin. Me çendîn caran anî ziman ku wan pêdiviyan jî bînin cih lê hertim ji me re gotin 'îro an jî sibê' lê neanîin. Êdî me jî fedî kir ku ji bo vê wan bigerin. Di heman demê de di malbatê de kesên xebatkar tune bi wî awayî em ji hêla aboriyê de jî pirsgirêkan dijîn. Ji ber vê yekê nikarin pêdiviyên aborî jî çêkin û di nav mal de şerpeze bûn."