Rêveberiya Xweser a Rojava ji bo parastina gel tedbîrên girîng digire

  • 15:50 12 Nîsan 2020
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Vîrûsa Korona li tevahî cîhanê belav bû û xeteriyek li ser gel hat çêkirin. Rêveberiya Xweser ya herêma Firatê li dijî vîrûsa Korona gelek tedbîrên girîng girtin.
 
Vîrûsa Korona (covîd-19) di 12'ê Kanûna 2019'an de li Çînê derket, bi awayekî lez û bez belav bû. Bi taybet li bajarê Tirkiye, Italya, Emerîka û Spaniya û hwd. Ji ber şewba Vîrûsa Korona bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, her wiha Vîrûsa Korona li paytexta Sûriyê Şamê jî belav bûye, li gorî agahiyên heyî heye niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê Vîrûsa Korona belav nebûye. Dewleta tirk bi riya komên girêdayî xwe hewl dide ku Vîrûsa Korona derbasî herêmê bike. Li hemberî vê yekê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyê tedbîrên girîng girtin, çûyîn û hatin, girtina sînoran, di 23'ê Adarê de qedexeya derketina derva hat ragihandin û 15 Rojan domand. Paşê Rêveberiya Xweser ji 7'ê Nîsanê heya 21'ê Nîsanê qedexeya derketina derve ragihand. Tê payîn li gorî biryarên Rêveberiya Xweser wê rewş wiha berdewam bike. 
 
Desteya Tenduristiyê ji ber Vîrûsa Korona sê navendên karantîna û yek ji bo rewşa awerte vekirine. Rojane kolan, park û bajar ji aliyê şaredariyê û rêveberiya Ekolojî ve tên şûştin û paqijkirin. Hêzên ewlehiyê ji bo paristina gel di nava tevgerê de ne. Her wiha Aboriya Jinê ya girêdayê Kongreya Star dirûnxaneya bi navê Ş. Amargî dest bi dirûtina rûpoşan kirine. Herî dawî Rêveberiya Xweser biryara cezakirina dikan û derketina derva ya ji bilî seatên ku hatine ragihandin ji seat 06:00-16:00 derketina derva ji bo kesên ku pêdiviyên malê peyda dikin, lê ji bilî van seatan kesên ku biryarên Rêveberî binpê bikin wê bên cezakirin.