ROJEVA 12’Ê NÎSANA 2020’AN

  • 09:00 12 Nîsan 2020
  • Rojev
* Hawirnas Sîyajîn Seçkî derbarê kaosên civakî û xwezayê de bi ser hişmendiya talanker a Netew dewletan û wiha got: “Hemû kaos û qeyran di encama van hişmendiyan de xuliqî ne. Rexmê wê Tirkiye di van êrişên xwe yên talanker de bi israr e.”
 
*Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Hêvî Silêman derbarê vîrûsa Koronayê û êrîşên dewleta tirk li ên li ser Kantona Şehbayê axivî û got: "Di demeke ku gel xwe ji vîrûsê diparêze, pêwiste şer û pevçûn werin rawestandin, lê dewleta tirk van biryarên navneteweyî bin pê dike." DÎMEN HEYE
 
*Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Hêvî Silêman derbarê vîrûsa Koronayê û êrîşên dewleta tirk li ên li ser Kantona Şehbayê axivî û got: "Di demeke ku gel xwe ji vîrûsê diparêze, pêwiste şer û pevçûn werin rawestandin, lê dewleta tirk van biryarên navneteweyî bin pê dike." DÎMEN HEYE
 
*Bi belavbûna  vîrûsa Koronayê re, rewşa girtiyên di zindanên Tirkiyê û Herêmê de ne diyar e. Malbatên girtîyan li rewşa zarokên xwe pirsin û gotin: "Em dixwazin ku xizmên me ji zindanên Tirkiyê bên berdan,  em ji ber belavbûna vîrusê ji rewşa zarokên xwe bi gûmanin.  Ji ber ku girtîgeh ji belavbûna vîrusê re bingehê ava dikin." BI DÎMEN
 
*Doç. Dr. Akgul Akpinarli Antony diyar kir ku ji ber nîşaneyên kêm yên vîrusa koronayê gelek kes xwe wek nexweş nabîne û 12 semptom aşkera kirin. 
 
*Siyasetmedarên HDP’ê diyar kirin ku li taxên vîrusa korona heye gel bi pirsgirêkên paqijî û aboriyê re hatine rû hev û got tedbîr gelek qels in. Hevşaredara Elbaqê ya ku qeyûm tayînê şûna wê kirin, Şengul Polat, diyar kir ku li taxa xistine bin karantînayê kesê bi vîrusê ketine rakirine nexweşxanê û ji bo şêniyên din jî test nehatiye kirin.
 
*Girtiya siyasî Fecriye Benek ya li girtîgeha Bayburtê girtiye, romana xwe ya ku berxwedana Şengalê têde digire dest ya bi navê ‘Mahsumiyetê ji xwe şerm kir’ nirxand û got: “Ez bi hebûna xwe li wir bûm. Ya li bajarê gewre tenê bedena min bû.”
 
*Seroka Giştî ya Sendîkaya Ev - Eksenli (Jinên li malê dixebitin) Gulsum Nazlioglu dyar kir ku krîza ku vîrusê afirandiye betaliya jinan zêde kiriye û got divê hikûmet ji bo wan jî sererastkirinekê bike û ewlehiya wan bigire. DÎMEN HEYE