Malbatên rojnamegerên girtî xwestin rojnameger bên berdan
- 17:17 11 Nîsan 2020
- Rojane
STENBOL - Malbatên rojnamegerên girtî li ser hesabê medya civakî bang kirin û xwestin bêyî vîrûs bigêje rojnamegeran, bila rojnameger serbest bên berdan.
Zanona înfazê ku ji aliyê AKP-MHP'ê ve hatibû amadekirin û ji 70 xalan pêk tê 3 roj in li meclîsê tê nîqaşkirin. Zagona înfazê ku cudakariyê dixe nava girtiyên siyasî û dê rê li pêş 90 hezar girtiyên edlî veke rastî bertekên malbatên girtiyên siyasî, komele û rêxistinên mafên mirovan tên.
Malbatên rojnamegeran jî bertek nîşanî cudakariya înfazê dan û xwestin rojnameger bên berdan. Malbatên rojnamegerên girtî li ser hesabê medya civakî bang kirin û xwestin bêyî vîrûs bigêje rojnamegeran, rojnameger serbest bêne berdan. Malbatên rojnameger Aziz Oruç, Ferhat Çelîk, Nedim Turfent, Hulya Kilinç, Aydin Keser û Rawin Sterk ji bo rojnameger û girtiyên siyasî serbest bêne berdan bang li rayedarên hikûmetê û partiyên siyasî kirin.
Malbatan xwest bêyî vîrûsa corona bigêje girtîgehan hemû rojnameger û girtiyên siyasi serbest bêne berdan. Malbatan ji bo zêdeyî 100 rojnamegerên girtî bang kirin û li ser medya civakî etîketa #GazetecilereAcilTahliye - #RojnamegeranZûBerdin parve kirin.