Xizmên windayan bi parvekirina vîdeoyê aqûbeta xizmên xwe pirsîn

  • 16:05 11 Nîsan 2020
  • Rojane
 
 
AMED - Li Amedê xizmên windayan bi parvekirina vîdeoyê pirsa faîlên Abdussamet Çîçek kirin û wiha gotin: "Em dixwazin êdî faîl bên dîtin û bên darizandin."
 
Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê, di çalakiya xwe ya “Bila faîl bên dîtin, bersûc bên darizandin” a hefteya 583’an de, bi parvekirina vîdeoyekê pirsa faîlên Abdussamet Çîçek kirin. Daxuyanî aliyê endama Komîsyona Jinan a ÎHD’ê Ezgî Sila Demîr ve hat dayîn. 
 
Ezgî, bal kişand ser çîroka Abdusamet û wiha axivî: “Abdusamet Çîçek di 15’ê Nîsana 1992’yan de beşdarî cenazeyê Hanefî Kûtlû yê bû qûrbanê cînayetên faîlên kiryar ne diyar, dibe. Li goristanê kesek nêzî wî dibe û çekmeqê jê dixwaze. Di wê kêliyê de kesek din ji dûr ve Abdussamet nîşan dide. Abdussamet piştî definkirina cenaze berî biçe malê, diçe dikana taxê û deynê xwe dide. Piştre di rê de rastî hevalê xwe Şehxmûs tê û bi hev re dimeşin. Di wê kêliyê de, 3 kes Şêxmûs dehf didin û gule berdidin wî.
 
Abdussamet li vê derê jiyana xwe ji dest dide. Welatiyên derdorê dikevin pey faîlan û wan digirin. Lê polîsên tên cihê bûyer wan kesan ji nava destên gel digirin û dibin qereqolê. Piştî sê rojan faîl ji ber tunebûna delîlan tên berdan. 
 
Piştî kuştina Abdussamet jî, gef û zextên li ser malbatê dewam dikin. Dema ku kurê Abdussamet ji dibistanê vedigere malê rastî êrîşa bi kêr a kesên nasnameyên wan ne diyar tê û birîndar dibe. Wî radikin nexweşxanê. Êrîşkarên ku hîn dibin kurê Abdussamet ne miriye, vê carê hewl didin wî li nexweşxanê bikujin. Bijîşkê zarokên wî di beşa welidandina jinan de vedişêre û wisan xilas dibe. Midûriyeta Polîsan ku Abdussamet weke endamê rêxistinê derbasî qeydan dike. Ligel hemû hewldanan jî bi tu awayî faîlên Abdussamet nehatin dîtin. Em dixwazin êdî faîl bên dîtin û bên darizandin.”
 
ÎHD,  li ser vê hesabê xwe yê Twîtterê (https://twitter.com/amedihd/status/1248898215904190464?s=12) vîdeoyan parve dike.