Li Îranê hejmara miriyan gihaşt 4 hezar û 357 kesan

  • 14:07 11 Nîsan 2020
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî bîlançoya dawî ya li Îranê di nava 24 saetan de 125 kesên din mirine û bi tevahî hejmara miriyan gihaşt 4 hezar û 357 kesan. 
 
Roj bi roj hejmara kesên li Îranê bi Koronayê dimirin zêde dibe. Wezareta Tenduristiya Îranê ragihand ku di nava 24 saetên borî de 125 kesên din bi Koronayê mirine. Wezaretê destnîşankir ku hezar û 837 kes jî di nava 24 saetên borî de bi Koronayê ketine. Her wiha girtiyê siyasî yê kurd ji ber ku fîrar kiribû hat bi darvekirin. 
 
Li gorî daxuyaniya wezaretê, hejmara kesên li Îranê bi Koronayê ketine, gihiştiye 70 hezar û 29 kesan û heta niha jî 4 hezar 357 kesî jî jiyana xwe ji dest dane. 
 
Girtiyê siyasî hat bi darvekirin. 
 
Girtiyê Kurd Mistefa Selimî di 27’ê Adarê bi gelek girtiyên din re ji zindana Seqiz fîrar kiribû û bi çend kesan re berê xwe dabûn Başûrê Kurdistanê. Lê ji aliyê hêzên ewlekarî yên Herêma Kurdistanê ve hatibûn binçavkirin û radestî pikûmeta Îranê kiribûn. Li gorî agahiya tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê, Mistefa Selîmê îro danê sibêhê li zindana Seqîz hatiye darvekirin. Heman çavkaniyê ragihand ku cenazeyê Misetfa radestî malbata wî hatiye kirin.