Li Kobanê dest bi dirûtina rûpoşan hat kirin

  • 13:15 11 Nîsan 2020
  • Rojane
KOBANÊ -  Aboriya Jin a girêdayî Kongreya Star li Kobanê di çarçoveya projeyê de dest bi dirûtina rûpoşan kirin.
 
Aboriya Jin a herêma Firatê ya girêdayî Rêxistina Kongreya Star  li herêmê projeyek da destpêkirin û di çarçoveya projeyê de dest bi dirûtina rûpoşan kir. Rûpoş li dirûnxaneya Şehîd Amargî ya li Kobanê tê dirûtin. 
 
Di dirûnxaneyê de 10 karker ji seat 9'ê sibehê heta 5'ê êvarê dixebitin û di demên pêş de wê hejmara karkeran bên zêde kirin. Qumaşê ji bo çêkirina rûpoşan ji Minbicê tê. Rojê nêzî hezar rûpoş tên dirûtin û bi alîkariya desteya tenduristî wê ev rûpoş werin derman kirin.
 
Hêjayî bi bîr xistinê ye ku wê 10 hezar rûpoş bi rêya komînan li welatiyan werin belav kirin. Piştre jî wê bi awayekî kêmî bihabûna sûkê bên firotin û ew pere wê ji bo lêçûna dirûnxaneyê bên bi karanîn.