'Cenazeyê zarokekê bi kargoyê ji dayika wî re şandin, ne wijdan û ne jî mirovatî vê qebûl dike'

  • 12:54 11 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Cenazeyê Agît Îpek ê li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû di pakêtek kargo ya PTT'ê de ji malbatê re hat şandin, li ser medyaya civakî rastî bertekên mezin hat. Siyasetmedarên jin diyar kirin ku li tu devereke cîhanê û li ser rûyê erdê kiryarek wiha nehatiye dîtin.
 
Egît Îpek (Kemal Berxwedan) ê HPG’î di operasyona leşkerî ya 23’yê gulana 2017’an de li Girê Xelasor a Dersîmê jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Egît piştî 3 salan ji malbatê re di pakêteke kargo ya PTT’ê de hat şandin. Ev yek rastî bertekên mezin hatin. Siyasetmedarên jin li ser hesabên xwe yên medya civakî di bertekên xwe anîn ziman. 
 
Parvekirinên siyasetmedarên jin wiha ne; 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven: “Ji dayika Xalîse re dibêjin ‘Kargoya we heye, werin bigirin.’ Parçeke ji canê wê, cenazeyê kurê wê yê ku bi kedek mezin mezinkiribû kirine pakêt û dane wê. Ligel vê yeke jî dayik dibêje ‘serê gele me sax be.’ Dîrok şahidê me be, kesên ev êş bi te dide jiyîn, wê êşên herî mezin bijîn.”
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz: “Hişmendiya we ya di dijminantiya Gelê Kurd de sînoran nas nake, hemû rûmeta mirovahiyê bin pê kiriye. Lê em ê her tim bi gelê xwe re bin.”
 
Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kurtalan: Desthilatdariya kesên cenazeyê zarokekê di kargoyê de ji dayika wî re dişîne, hezar carî di erdê de biçe xwarê. Bi hezar carî lanet li dijminantiya we ya li dijî kurd û mirovahiyê be."
 
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca: “Weke carek din nîşanî her kesî da ku hûn çiqasî bêexlaq û bêwijdan in.”
  
Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş: “Ev pêngaveke ji mirovahiyê derketine. Li tu devereke cîhanê û li ser rûyê erdê kiryarek wiha nehatiye dîtin. Cenazeyê zarokekê di kargoyê de ji dayika wî re şandin, gelo di kîjan ol, wijdan û hiqûqê de heye?”
 
Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît: “Pênaseya cenazeyê kurê dayikekê di postayê de jê re şandin, di zimanê mirovahiyê tuneye. Gelo vê nêzîkatiyê kîjan ol, kîjan wijdan û kîjan exlaqa  qebûl dike. Mirovahî tu carî evqas rezîl ne bûbû.”
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag: “Bedenê lawê dayikekê di postayê de jê re şandin rezîltiye. Polîtîkayên we yên dijminantiya kurdan wê dawiya we bîne.”
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel: “We misqalî zere nesibê xwe ji mirovahiyê ne girtiye. Em ê bêjin ji xwe şerim bikin, lê ger ew rûyê we yê ji xwe şerimkirinê hebûye we ev bêexlaqî nedikir.”
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn: “Ez tu peyvan nabînim ku bêjim. Ne wijdan û ne jî mirovatî vê tabloyê qebûl dike. Li hemberî vê faşîzma Hîtler jî mahsûm dimîne.”
 
Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî: “Desthilatdariya AKP’ê, hesabê ji kurdên weke kurd mirine dipirse. Ji dayikekê re cenazeyê kurê wê bi paketa kargoyê dişîne. Hûn ji mirovahiyê derketine.”