'Di dema pandemiyê de şîdeta li hemberî jin û zarokan zêde bûn'

  • 12:28 11 Nîsan 2020
  • Rojane
NAVENDAN NÛÇEYAN - TJK-E bal kişand ji ber pandemiya vîrûsa korona beşeke mezin a nifûsa mirovan jiyana wan di nava malê de sînordar bûne û ji ber vê jî şîdeta li ser jin û zarokan jî zêdetir bûye.
 
Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser şîdeta li hemberî jin û zarokan. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku piştî belavbûna vîrûsa koronayê jin û zarok dîsa bi şîdetê re rûbirû dimînin.
 
Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: "Divê di serî de ji bo em xwe û yên derdorî xwe biparêzin divê li malê bimînin. Paqijiyek baş wê me ji pandemiyê biparêz e. Divê li gel rêgezên bingehîn ên parastina xwe û derdor jî nejibîrkirina nirxan û nedana jibîrkirin jî pir girîng e. Çawa ku pirsgirêkên me yek in, çareseriyên me jî bi ruhekî kolektîf û hizrê divê bê yek kirin û bi vê zanabûnê bikevin tevgerê.
 
Her wiha şîdeta li nava malê li jinê tê kirin şerek cîhanî yê ku tu carî bi dawî nabe ye. Di vê pêvajoya pandemî de şîdeta li hemberî jin û zarokan bêtir zêdebûne. Divê parlamento bikevin nava tevgerê. Divê di serî de hemû saziyên fermî, tevgerên jinan û rêxistin bibin xwedî helwest. Divê êrîşkar ji ji malê bên dûrxistin û di karûbarên cezakirinê de jî lez û bez bêndayîn."
 
Ji bo peywendiyên bên kirin hesabên TJK-E wiha ne:
 
Facebook: Tjk-e Sosyal Komite
 
Twitter :Tjk-e Sosyal Komite @Tkomite
 
Instagram:tjkesosyal