‘Hikûmetê dijminahiya xwe ya li hemberî kurdan carek din aşkera kir’

  • 09:22 11 Nîsan 2020
  • Rojane
WAN - Girtiya bi navê Semîra Erboga ya li girtîgeha Tîpa T ya Wanê girtî ye, di hevdîtina bi malbata xwe re diyar kir ku ji ber vîrusê, jimartina li hewşê ya di rewşên baranê de tên kirin qebûl nakin û ji ber vê jî der barê wan de girtek tê girtin. Dayika semîrayê Gulîzar Erboga jî da zanîn ku ew pêkanînên kêfî qebûl nakin û got: “Di qanûna înfazê de girtiyên siyasî nehatin bicihkirin. Ev jî nêzîkatiya hikûmetê ya li hember kurdan nîşan dide.
 
Semîra Erboga ya li girtîgeha Tîpa T ya Wanê tê girtin, cezayê muebetê û ligel vê 2 sal cezayê din lê hatiye birîn, nexweşxa tansiyonê ye. Semîrayê di hevdîtina bi malbata xwe re diyar kir ku ji ber vîrusa korona jimartin li hewşê pêk tê û got di baranê de jî wan derdixin. Semîrayê di hevdîtinê de diyar kir ku ji ber di dema baranê de jimartin qebûl nekirine, der barê wan de girtek hatine girtin û her wiha daxuyakirin ku li dijî vîrusê tu tedbîr nehatine girtin.
 
Dayika Semîrayê, Gulîzar Erboga tiştên ku keça wê di hevdîtinê de ragihandin wiha vegot : “Ji ber vîrusê li derve jimartin tê kirin. Di hewaya bi baran de em derxistin derve. Lê ji ber baran dibariya me qebûl nekir. Gotin ev helwesta we çalaki ye û girtek girtin.”
 
‘Keça min nabin nexweşxane û revîrê’
 
Gulîzarê destnîşan kir ku keça wê nexweşa hîper tansiyonê ye, tansiyonê li çavên wê xistiye û wiha berdewam kir: “Tansiyona wê her tim bilind dibe. Divê her tim bê şopandin. Ev du hefteye her tim tansiyonê wê bilind dibe. Hefteya borî parêzerê wê bi midûrê girtîgehê re hevdîtin kir. Daxwaz kirin. Tevî parêzer daxwazname da jî ne birin nexweşxanê ne jî birin revîrê. Dermanên xwe yên berê bi kar tîne. Lîmon û sîrê bi kar tîne. Ew jî fêde nakin. Tu tiştek jî nayê kirin.”
 
‘Armanca wan girtiyên siyasî bibin mirinê’
 
Gulîzarê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kurê min Firat Erboga jî li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa T ya Wanê 4 sale bi awayekî dijhiqûqî tê darizandin. Wek kur û keça min bi hezaran girtiyên siyasî hene. Armanceke vê heye. Dixwazin girtiyên siyasî bibin mirinê. Di qanûna înfazê de dijminahiya li hember Kurdan carek din nîşan dan. Em dixwazin ku înfaza wekhev pêk bê.”