Hekîmên malbatê yên bi vîrûsê dikevin mûçeyê wan tên birin

  • 09:15 11 Nîsan 2020
  • Rojane
STENBOL - Hekîmên malbatê yên bi vîrusê ketine an jî li ser gumanê raporan digirin, di pêvajoyên ku naxebitin de mûçeyê wan tên birîn. Doktor Suheyla Alkoç û hevseroka giştî ya SES’ê Gonul Erden got ev rewş bi tu awayî nikare bê qebûlkirin.
 
Pêvajoya vîrusa korona mehek li pey xwe hişt û li gorî agahiyan hîna jî ekîpman nehatine temamkirin. Li aliyê din jî hat hînbûn ku hekîmên malbatê yên ku bi vîrusê ketine an jî bi gumana vîrusê ketine bin karantînayê, tevî ku rapor girtine jî mûçeyên wan hatine birîn.
 
Tevî ku mûçeyên hekîman hatiye birîn jî, alavên wan yên li dijî ku xwe ji vîrusê biparêzin jî qels in. Hekîmên malbatê van rîskan li ber çavan digirin û di şert û mercên giran de nexweşên xwe derman dikin.
 
Hekîmên Endamên Komeleya Hekîmtiya Malbastî ya Stenbolê jî bertek nîşan dan û gotin di rewşeke wisa de birîna mûçeyan bê wijdanî û dijhiqûqî ye.
 
‘Mexduriyeta wan mirovan nerehet dike’
 
Ji Odeya Tabîban a Stenbolê Doktor Suheyla Alkoç jî rewş nirxand û got: “Bêguman ev pêkanîn nayê qebûlkirin. Divê beramberê li malê bûyîn, ne birîna mûçeyan be. Ji bo tenduristiya civakê jî divê ji xwe di vê rewşê de nexebitin. Mexduriyeta wan bi rastî mirovan nerehet dike. Tevî ku vîrus dibêje ez têm jî, xebatkarên tenduristiyê nikarin xwe bigihînin alavan. Kêm be jî hinek hatiye çareserkirin. Lê di alî hekîmên malbatê de rewş cüda ye. Wezareta tenduristiyê ji bo hekîmên malbatê li gorî qanûna bi sernavê razandinên carî pere dide. Ev jî ji bo kirê û lêçûnên din tên dayîn. Ji bo alavên wek rewşên vîrusa korona jî razandinên carî tên nîşandan. Yanî dibêjin em razandina carî dikin hun li çareya serê xwe binêrin.”
 
‘Xebatkar nikarin xwe bigihînin ekîpmanan’
 
Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erdem jî balkişand ser mijarê û got di vê pêvajoyê de ev pêkanîn ne raste û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me wek SES’ê got di pêvajoyên wisa de mûçeyê xebatkaran neyê birîn. Xebatkarên di şertên wisa giran de dixebitin, divê rastî windahiya maf neyên. Divê kêmasiyên wan bên çareserkirin. Divê xebat di vê mijarê de bên kirin. Em birîna mûçeyê xebatkaran qebûl nakin.”