Koçberên Waşûkanî: Dagirkerî rê dide belavkirina Vîrusa Koronayê

  • 09:10 11 Nîsan 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Koçberên kampa Waşûkanî teqez kirin ku di vê qonaxê de êrîşên dewlata tirk  xeteriyek li ser jiyana koçberan dike û gotin: "Dagirkerî dê Virûsa Korona belav bike."
 
Di 9'ê Cotmehê de dewleta tirk û hevkarên wê bi çekên giran û qedexekirî êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kirin. Di encamê de bi hezaran kes koçber bûn. Ji bo bicihkirina koçberan û bi rêxistinkirina wan Rêvberiya Xweser kampa Waşokanî di 21'ê cotmahê de da avakirin. Piştî belavbûna Virusa Korona yaa li tevahî cihanê, Rêveberiya Xweser tedbîrê xwe girt û biryarên qedexekirina çûn û hatinê da. Di heman demê de desteya tenduristiyê dest bi hemleyên taqîmê kir. Kameraya Ajansa Jin News rewşa koçberan di vê qonaxê de şopand. 
 
'Eger Virusa Korona di kampê de belav bibe dewleta tirk sûcdar e'
 
Jina bi navê Emîne Hisên ku ji bajarê Serêkaniyê ye spasiya Komîteya Tenduristîyê kir û wiha got: "Em naxwazin ev virûs li gel me belav bibe, em li gorî biryarê Rêveberiya Xweser tev digerin. Em spasiya Komîteya Tenduristîyê ya kantonê dikin ku ev hemleya dane destpêkirin. Ji ber ku parastina me dikin, lê çiqas em bêjin kamp pir zehmet e ku mirov tê de xwe biparêze. Heger ev nexweşî di nava kampê de were belavkirin dewleta tirk sûcdar e. Ji ber dewleta tirk em bi hezaran ji malên xwe neçarî koçberiyê bûn û di kampekê de em dijîn." 
 
Emînayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em bang li sazî û rêxistinên mirovî dikin ku rê li ber dagirkeriya tirk bigirin. Ji ber ku dagirkeriya dewleta tirk û êrîşên wê di vê qonaxê de rê ji bo belavkirina Virûsa Koronayê dê veke."
 
'Heta dagirkerî hebe rehetî ji bo me tune ye’
 
Jina bi navê Gulê Daûd êrîşên dewleta tirk ên di vê qonaxê de li ser gundewarê navçeya Til Temirê dewam dike,  şermezar kir û wiha dewam kir: "Cihan tevahî ji bo rê li ber belavkirina Virûsa Korona sekiniye, lê dewleta tirk di vê qonaxa hesas de êrîşî gundewarê Til Temirê dike. Rêveberiya Xweser ji bo parastina gel çûn û hatin qedexe kiriye, lê ev êrîşî bandor li ser van biryaran dike û gel ji ber topbarana dewleta tirk neçarî koçberiyê dibe. Pêwist e dewleta tirk ji xaka me derkeve, heta dagirkerî hebe dê rehetî ji bo me tune be."
 
'Me xeta berxwedanê hilbijartiye'
 
Gulê axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Heta ku ji destê me were em ê li gorî biryarên Rêvberiya Xweser tev bigerin û parastina xwe û civaka xwe bikin. Em spasiya Komîteya Tenduristiyê dikin ku îro ji bo me di nava kar û xebatê de ne. Em ê li dijî dagirkerî, koçberî û Vîrusa Koronayê li ber xwe bidin. Berxwedan dirûşma me ye."