'Xeteriya Vîrusa Koronayê ji ya dewleta tirk ne kêmtir e'

  • 09:08 11 Nîsan 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Zekiya Nasir a ji gundê Um El-Kêfê ku mala kurê wê hat topbarankirin wiha dibêje: "Dewleta tirk çi ji me dixwaze, di saetên nîvroyê de mala kurê min topbaran kirin."
 
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava didomin. Yek ji cihê di bin êrîşan de ye gundê Um El-Kêf e ku rojan e ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve bi dijwarî tê topbarankirin. Gelek malên sivîlan ên Um El-Kêf hatine topbarankirin û gelek sivîl jî birîndar bûne. Ne tenê ev sivîl di aliyê çandina zeviyên xwe de jî zehmetiyan dikşînin.
 
Zekiya Nasir yek ji jinên gund e ku malek wê û kurê wê hebû ew jî ji aliyê dewleta tirk ve hat topbarankirin û niha li gundê Til Balûa yê Aşûriyan bicih bûne. Zekiyayê rewşa gund, sedema rûxandina mala kurê wê, zehmetiyên ku di aliyê çandina zeviyên xwe de û parastina xwe ya ji Vîrusa Koronayê, nirxand.
 
'Dewleta tirk şev û roj gundê me topbaran dike'
 
Zekiyayê anî ziman ku ji ber êrîşan ne roja wan roj e û ne şev jî şevaa wan şev e û wiha dom kir: "Dewleta tirk her şev gundê me topbaran dike, lê vê carê bi rengekî pir dijwar di saetên serê sibehê heta êvarî gund topbaran kir. Êvar mirov dikare wateyê bide û bêje ku nabînin sivîl li gund in lê saetên bi roj dibînin sivîl li gund in. Wê rojê me xwe bi zorê spart qiraxê çemê Xabûrê. Şeva me ne tu şev e, êvar û rojên xwe em bi topbarana dewleta tirk re rû bi rû dimînin."
 
'Di saetên nîvroyê de mala kurê min topbaran kirin'
 
Zekiyayê topbarana ser mala kurê xwe wiha vegot: "Tenê du odeyên kurê min hebû û dikanek ji xwe re vekiri bû lê dewleta tirk mala wî topbaran kir û rûxand. Ka niha em ê çi bikin. Şevek bêyî topbaran em derbas nakin. Kêliya topbaranê em nêzî mal bûn, me zarok rakirin û ber bi çem ve çûn ku xwe biparêzin, paşê ji cem çem heya Til Temirê em meşiyan. Zêdetirî 4 km em meşiyan. Malek me hebû ew jî hat rûxandin, niha em neçar in li gundê Til Balûa bimînin heya ku çareyekê bibînin."
 
'Em nikarin îsal erdê xwe biçînin'
 
Zekiyayê zehmetiyên îsal a di warê çandina zeviyên xwe de wiha bi lêv kir: "Cenetorên me yên avê û gelek donim erdê me di bin dagirkeriyê de ye û erdê me yê li vir jî ji ber topan em nikarin biçînin. Bi ser ewqas tiştî re jî topan bi ser me de dibarînin û malên me jî rûdixînin. Ma ji ber dagirkeriya tirk em bi ku ve herin?"
 
'Xeteriya Vîrusa Koronayê ji ya dewleta tirk ne kêmtir e'
 
Zekiyayê dibêje ku metirsiya Vîrusa Koronayê ji ya dewleta tirk ne kêmtir e û wiha dewam kir: "Heta ji destên me tê em hewil didin xwe biparêzin, lê di vê rewşê û bi êrîş û topbarana dewleta tirk a dagirker e mirov wê çawa xwe biparêze gelo? Bi belavbûna Vîrûsa Koronayê re çima dewleta tirk hîn êrîşî me dike û ranaweste? Bila dewleta tirk bes êrîş bike, em dixwazin jiyana xwe ji vê vîrûsê biparêzin."
 
'Em li dijî şer û nexweşiyê bi hev re li berxwe didin'
 
Zekiyayê bi lêv ku eger êrîş raneweste îhtîmala çêbûn û belavbûna vîrûsê heye û wiha dawî li gotina xwe anî: "Bila êdî dewleta tirk êrîşan bisekinîne, eger raneweste wê mecbûr korona çêbibe û belav bibe jî. Gelo şer û nexweşî bi hev re dibe. Em li hember her duyan jî li berxwe didin."