'Li Colemêrgê li şûna polîtîkayên taybet xîzmeta tendûristiyê bi hêz bikin'

  • 09:01 11 Nîsan 2020
  • Rojane
Zeynep Durgut - Şehrîban Aslan
 
 
COLEMÊRG - Hevseroka HDP'ê ya Colemêrgê Sîpan Turan diyar kir ku li herêmê tedbîr di asta herî jêr de ne û wiha got:" Derheqê kesên bi vîrusê de gel nayê agahdarkirin. Divê dewlet  polîtîkayên  taybet ên  li colemêrgê bi dawî bike û li bajêr  polîtîkayên xîzmeta tenduristiyê  bi hêz bike."
 
Li Tirkiyeyê hejmara kesên ku bi  şewba vîrûsa koronayê (COVÎD -19)  jiyana xwe ji dest didin.  Her çiqas li hîn bajaran tedbîr di asta herî bilind de hatibin girtin jî tê dîtin ku li bajarên mîna Şirnex, Wan, Êlîh ,Muş  û Colemêrge ev tedbîr di asta herî jêr de ne.  Bêgûman polîtîkayên dewletê yên tendûristiyê mirov dikare bi aşkere li bajarên kurdan bibine. Yek ji van bajaran jî bajarê  Colemêrgê ye. Li Colemêrgê  heta niha di qada tendûristiyê de bi tu awayî xebatên girîng nehatine meşandin û di qada xîzmeta tendûristiyê de jî cihê herî qels e. Nexweşxane her sal bi binpêkirina mafên tendûristiyê  di rojevê de ne. Lê li herêmê di bin navê ewlehiyê de polîtîkayên taybet ên hikûmetê beredewam dikin.
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) ya  Colemêrgê  Sîpan Turan derbarê polîtîkayên hikûmetê yên li herêmê de axivî. Sîpanê diyar ku Walitiya Colemêrgê bi tu awayî nahêle ku ew ji bo agahdarkirina gel xebatan bidin meşandin û got ku li herêmê çiqas kes bi şewbê ne  û rewşa wan di kîjan astê de  ne nayên agahdarkirin.
 
'Walitiyê daxwaznameya bi anonsê agahdarkirina gel red kir'
 
Sîpanê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ji roja şewba vîrûsê li Tirkiyeyê derketî heta roja îro ew wekî HDP'ê bi gel re di têkiliyê de ne û got:" Ji roja destpêkê heta îro em wekî HDP'ê bi gelê xwe re di  têkliyê de ne. Me tu carî bi gelê xwe re  têkilî qut nekir. Bi hestên berpirsyariyê em tevgerin. Li gel bangawaziya navendî me li Colemêrgê tedbîrên xwe girtin. Colemêrg deriyê sînorên 2 welatan e. Ji ber wê jî me dûrbûyina civakî pêk anî. Me wekî rêxistina HDP'ê ya navendî komîsyonên aloziyê ava kirin. Bi riya çapemeniyê em ji gelê xwe re dibêjin li malê bimînin. Ji bo ku em li navendê zêdetir xwe bigîhijîn gel me xwest em bi riya anonsan dengê xwe bidin bihîstin. Lê mixabin ev daxwaznameya me ji hêla Walî ve hate redkirin. Bêgûman bangên ku tên kirin têrê nakin. Qedexeya derketina  kolanan encax dikare pêşiya şewbê bigire. Tendûristiya gelê me ji her tiştekî girîngtir e."
 
'Gelê Colemêrgê zelaliyê dixwaze'
 
Sîpanê bi domdarî bal kişand ser polîtîkayên ku li bajêr tên meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe:" Bi salane Colemêrgê bi polîtîkayên taybet tê rêvebirin. Ji hêla dewletê ve bi tu awayî di qada tendûristiyê de Colemêrg nehatiye bihêzkirin. Di qada tendûristiyê de Colemêrg xwedî  derfetên herî kêm e. Colemêrg di warê veguhastinê de jî pir zehmetiyê dikşîne. Mînak bajarê herî nêzî me Wan e.  Ew jî di zivistanan 6 seat û havînan de  jî 4 seat  rê dikêşe. Bi salane heta ku ji bo ser êşekê jî gel diçe nexweşxaneya Wanê. Ji ber ku li vir bijîşk ninin û derfetên tendûristiyê tune ne. Divê ev polîtîkayên ewlehiya taybet bi dawî bibin û polîtîkayên xîzmeta tenduristiyê bên bihêzkirin.  Li Colemêrgê li şûna van polîtîkayan xîzmeta tendûristiyê bi hêz bikin. Li gorî daneyên Wezarata Tendûristiyê li bajarê me  7 kesên bi şewbê  hene. Ev kes  bi çend kesan re ketine têkiliyê û ji bo wê tedbîrên çawa hatine girtin û li nexweşxaneyê tedbîr di kîjan astê de ne? Gel nayê agahdarkirin. Gelê Colemêrgê zelaliyê dixwaze."
 
'Van rojên zor û zehmet em ê bi piştgiriyê  derbas bikin'
 
Sîpanê herî dawî bal kişand ser kampanyaya  ku ji aliyê HDP'ê ve hatiye dest pê kirin û ev tişt anî ziman:" Partiya me kampanya da dest pê kirin. Em hêvîdarîn ku van rojên zor û zehmet em ê li gel vê kampanyayê derbas bikin. Divê em  bi herkesî re di piştigiriyê de bin. Em bawerîn ku ev hêstiyarî wê  piştgiriya me ya hevpar bi hêz bike. Em dubare bang li gelê xwe dikin ji bo jiyanê li malên xwe  bimînin."