Qedexe derketina dervê hat îlankirin: 98 kesên din jî ji ber vîrûsê mirin

  • 08:53 11 Nîsan 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê 98 kesên din jî ji ber Covîd-19'yê mirin, di çarçoveya tedbîran de li 31 bajaran qedexeya derketina derve hat îlankirin. Qedexeya hevdîtinên li girtîgehan heta 30'yê Nîsanê hatin taloqkirin
 
Heta niha li Tirkiyeyê 47 hezar û 29 kes bi vîrûsê ketin û hejmara kesên ji ber vîrûsê mirine jî bûye hezar û 6. Piştî belavbûna vîrûsê çarçoveya tedbîran hatin berfirehkirin. Duh derengê şevê jî li 31 bajaran ji bo 2 rojan qedexeya derketina derve hatiye îlankirin. Her wiha li girtîgehena jî hevdîtin heta 30'ê nîsanê hatin taloqkirin. 
 
Hezar û 6 kes jiyana xwe ji dest dan
 
Wezîrê Tenuristiyê Fahrettîn Koca, piştî Civîna Desteya Zanistê daxuyanî da û daneyên dawî yên der barê Covîd-19'yê de parve kirin. Wezîr, daxuyand ku li Tirkiyeyê hejmara kesên Covîd-19 di wan de hatiye tespîtkirin bûye 47 hezar û 29 û hejmara kesên ji ber vîrûsê mirine jî bûye hezar û 6.  Wezîr, daxuyand ku hejmara testên hatine kirin bûye 47 hezar û 29 û got, di 24 saaetên dawî de 98 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. 
 
Qedexeya derketina derve
 
Wezareta Karên Navxweyî, daxuyand ku di çarçoveya tevdîrên vîrûsa coronayê de li 31 bajaran ji bo 2 rojan qedexeya derketina derve hatiye îlankirin. Di daxuyaniya wezaret de ev tişt hatine gotin: "Ji 10'ê Nîsanê heya 12'yê Nîsanê li 30 bajarên me yên mezin (Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Bûrsa, Denîzlî, Amed, Erzirom, Eskîşehîr, Dîlok, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Mereş, Kayserî, Kocaelî, Konya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mêrsîn, Mûgla, Ordû, Sakarya, Samsûn, Riha, Tekîrdag, Trabzon, Wan) û li Zonguldakê derketina derve hatiye qedexekirin." 
 
Hevdîtin hatin taloqkirin
 
Wezareta Dadê daxuyand ku di çarçoveya tevdîrên vîrûsa coronayê de hevdîtinên li girtîgehan hemû heya 30'yê Nîsanê hatine taloqkirin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Dadê ku li ser hesabê wê yê twîtterê hat parvekirin, li girtîgehên vekirî û girtî hemûyan hevdîtinên parêzeran jî di nav de hemû hevdîtin û fealiyet heya 30'yê Nîsanê hatine taloqkirin. Cara ewil hevdîtinên li girtîgehan ji 13'ê Adarê heya 28'ê Adarê hatibûn qedexekirin.