'Jin bindestiyê qebûl nakin'
- 16:37 24 Mijdar 2019
- Rojane
ŞENGAL - TJÊ banga tevlibûna çalakiyên 25'ê Mijdarê kir û bang li jinan kir ku di vê rojê de dakevin qadan
Komîte ya amadekar a Tevgera Jinên Êzidxanê (TAJÊ) a çalakiya 25'ê Mîdarê Roja Tekoşîna li Dijî Şîdeta li Ser Jinê bang li jinên Şengalê kir.
Endama Komtîeya Amadekar Nîsan Xelîl Hesen got: “ Bi boneya roja Tekoşîna li dîjî şîddeta li ser jinê, em jî wek jinên êzîdî ji bo vê rojê em ê li qadan bin. Em ê çalakiya xwe di roja 26'ê mijdarê de li dar bixin.”
Nîsan Xelîl Hesen bang li jinên êzîdî kir û wiha got: “ Banga min ji bo hemû jinên êzîdî ye ku di vê rojê de rabin ser piyan. Bindestiyê qebûl nekin. Çalakiya me di roja 26'ê mehe li Sûnîne ye di seet 13:00 em ê li dar bixin. Em hevî û daxwaz dikin ku hemû jin li qada çalakiyê bin.”