Jinên Helepçe li dijî tundiyê banga berxwedanê li jinan kirin

  • 16:31 24 Mijdar 2019
  • Rojane
HELEPÇE - Bi minasebeta 25'ê Mijdar Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Ser Jinê  çalakiya jinên Başur berdewam dikin. Îro jinên parêzgeha Helepçe ya Başurê Kurdistanê bi duruşma ‘Li dijî êrîş û Kuştinê bêdengiyê bişkêne’ kombûn.
 
25 Mijdarê li hemu cîhanê roja Tekoşîna li Dijî Tundî û Tujîya li Ser Jinê a Cîhanê tê nasîn. Salane jinên cîhanê di vê rojê de çalakiyên cur bi cur li dar dixin. Jinên Başur salvegera vê rojê bi bîra civakê tînin, di vê rojê de Çalakî û meşan li dar dixin. Îro jî jinên parêzgeha Helebçe ya Başurê Kurdistanê bi duruşmeya ‘Li dijî êrîşên li ser jinan û Kuştinê bêdengiyê bişkêne’ kombûn.
 
Jinên parêzgeha Helebçe gotin divê ne tenê rojek be ji bo tekoşîna li dijî tundî û tujîya li ser jinê û dibêjin pêwiste jin di tekoşîna tundî û tujîya li ser jinê çalakiyên xwe berdewam bikin. Ev çalakiyan bi dayina semineran berdewam bikin ji bo şiyarîkirina civakê û kêmkirina tundî û tujiyê.
 
‘Rojek tenê ji bo tekoşîna li dijî tundî û tujiyê ne bes e’
 
Hermê Ebdula weke jinek çalakvan a sivîl dibêje tenê rojek ji bo tekoşîna li dijî tundî  û tujîya li ser jinê nabe û dibêje: “Diyarkirina rojekê tenê têrê nake, pêwîste jin li dijî tundiyê her tim şer bikin û tekoşînê bidin. Pêwîste civak piştgiriyê bide jinan da ku pêşî li tundî û tujiyê were girtin.  Asta şiyariya civakê kême û beşek ji jinan ne di ferqa mafê xwe de ne û li dijî tundî û tujiyê nasekinin.”
 
‘Asta tundî û tujiyê li dijî jinan di astek bilind de ye’
 
Kejal Ehmed weke beşdarvana tekoşînê wiha dibêje: “Niha asta tundî û tujiya li dijî jinan bilind e, ji ber vê daxaza min ji jinan divê şiyar bin û beşdarî hemu çalakiyên li dijî tundî û tujiyê bin. Pêwîste jin bi awayek medenî dengê xwe bigihînin civakê û bêjin em jinin hêza me heye em beşdarî hemû karan bibin. Kejal daxaz kir ku çalaki û seminerên li ser tundî û tujiyê ne tenê di vê rojê de bin, pêwîste berdewam bin.”