'Jina azad wê civakeke azad û bê tundî ava bike'

  • 14:57 24 Mijdar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi boneya 25'ê Mijdarê, Desteya Jinê ya Herêma Cizîrê daxuyanî da û got: "Jin navenda vejînkirina civakê ye, ji erka jinê ye ku têkoşîna xwe ya bi israr  li hember tundiyê nede rawestandin, tundiya ku tê kirin vala û biçûk derxînê."
 
Desteya jinê ya Herêma Cizîrê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Naventeweyî ya li Dijî Tundiya li Ser jinê daxuyanî da.  Bi dehan jin ji tevahî sazî û rêxistinên jin yên herêmê beşdar bûn. Daxuyanî li pêşiya Desteya Jinê ya bajarê Qamişloyê hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveber Kongreya Star a Kantona Qamişlo Ibtîsam Husên ve  hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Ji destpêka jiyanê ve jin çalakvana jiyanê ye û navenda vejînkirina civakê ye. Hemû xebatên ku jinê afirandiya û xistiya xizmeta mirovahiyê, heta roja îro civakê li ser wê mîrasê xwe bi teşe kiriye. Têgîna jin bi têgîna jiyana bi rûmet ve hatiye girêdan. Hemû civak bi aşîtî û wekhevî  di hembêza xwedewenda dayikê de dijiya.
 
Bi derketina feraseta baviksalarî re, ku tundî û destdirêjiya xwe derbasî nava civakê kir, pêre koletiya jinê derket pêş û rola wê di nava civakê de binpê kir. Heman demê tevlîbûna şexsê xwe ve didê û kuştina jinan di bin têgînên şeref,namûs û zewaca temen piçûk de rewa dike. Ev yek parçebûna malbat û zarokan bi xwe re anî û civakeke bi nakok derxist pêş.
Heya niha jin di nava têkoşîna bidetxistina mafê xwe de ye û di nava civakê de bi tevgere. Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî şoreş û destkeftiye. Jin bi tevlîbûna xwe di nava hemû qadên jiyanê, bi xwe rêxistina xwe avakir û parast. Lê mixabin hîn di ziraviyên jiyanê de jin rastî tundiyê tên û ev tundî berdewame.
 
Tundiya herî giran şer e
 
Tundiya herî giran li ser jinê tê meşandin, şer e. Ev tundî li ber çava ye û bi taybet bi êrîşên hovana li ser xakê û gelan pêk anî û bi taybet jin. Mînakên ku para xwe ji vê hovîtiyê girtine Hevrîn Xelef, dayika têkoşer Eqîda û şervana YPJ'ê Amara ye. Dixwazin bi van kiryaran jinan dûrî doza wan bixin û şoreşa Rojavayê Kurdistanê têk bibin.
 
Ji erka jinê ye ku têkoşîna xwe ya bi israr ne de rawestandin, tundiya ku tê kirin vala û biçûk derxînê. KarîbE civaka xwe bighînE asteke wekhev û demokratîk. Em weke saziyên jin di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de temsîla dengê tevahî jinan dikin. Ji bo şoreşa me berdewam be û destkeftiyên xwe biparêzin em bi israrin, da ku çareseriyeke guncav ji bo tevahî jinan em bidest bixin.
Daxuyanî bi dirûşmên "Jin jiyane, jiyanê ne kujin","Jin jiyan azadî" û "Bijî jina azad" bi dawî bû.