'Jin li hembet tundiyê herdem têdikoşe'

  • 14:41 24 Mijdar 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Bi minasebeta  25'ê Mijdarê  hiqûqnasên jin yên herêma Efrînê li kampa Serdemê ya girêdayî Kantona Şehbayê  daxuyanî dan.
 
Bi boneya 25'ê Roja Têkoşîna Navneteweryî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê hiqûqnasên jin yên herêma Efrînê li kampa Serdem ê ya girêdayî Kantona Şehbayê, bi tevlîhemu hiqûqnasên Efrînê, saziyên civaka sivîl û yekîtiya jin daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de wêneyên têkoşerên berxwedana rûmetê hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Zeyneb Mihemed ve hat xwendin.
 
'Jin li hember tundiyê herdem têdikoşe'
 
Daxuyanî wiha ye: "Ji dîroka kevnar ve jin her zarokan mezin dike, pêşerojê ava dike û dibistanan afrandine, lê di sed salên dawiyê de jin her rastî tundiyê û binpêkirina mafên xwe hat, li hemberî van kiryaran hertimî têkoşiyan. Li dijberî van zext û tundiyê roja 25'ê mijdarê weke roja tekoşîna li dijî tundiya li ser jin hat îlankirin.
 
'Di êrîşên dagirkeriyê de pêkanînên hov'
 
Ji dema ku dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin, gelek komkujî û binpêkirinên mafên mirovan bi taybet mafên jinê bû zindî jî ji hovîtiya wan xilas nebûn. Di êrîşan de li hember jinê gelek kiryarên hov weke: revandin, îşkence û destdirêjî. Li gorî ku me belgekiriye kesên ku zirar ji destê dewleta tirk dîtine gihêştin hezar û 200 kesî, ji wan 40 kes hatin qetilkirin, hezar kes hatin revandin, sed kes birîndar bûn, 60 jin rastî êrîşa zayendî hatin. Ji jinên ku rastî êrîşa zayendî hatin û ji ber tirs û adetên civakê xwe intîhar kirin, li gorî agahiyan 5 jinan intîhar kirine, ji wan 4 hatin belgekirin.
 
'Li gor madeyên hatine diyar kirin tevnagerin' 
 
Di qanûnên navneteweyîxw de divê li hemberî van kiryaran, li gorî qanûnên Netewên Yekbûyî her wiha li dijî li hevkirina Cenevere ya 4’emîn ku di beşa xwe ya duyem de û di xala 27’emîn de dibêje: "Bi taybetî jin divê bê parastin, li hemberî hemu êrîşan, bi taybetî li hember destavêtin û binpêkirina rumeta wan parastina wan were kirin."
 
'Em bang li hemû cîhanê dikin ku dawî li bêdengiyê bînin'
 
Weke hiqûqnasên jin, xebatkarên rêxsitina mafên mirovan û saziyên civaka sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrîşên dewleta tirk û komên wê ku dighêje asta qirkirina etinîkî şermezar dikin û bang li hemû jinên cîhanê tevî saziyên naneteweyî, Netewên Yekbûyî dikin ku dawî li bêdengiya xwe bînin û bi erkên xwe yên exlaqî û qanunî rabin."