Li Herêma Kurdistanê di nava salekê de 177 jin hatin kuştin

  • 14:25 24 Mijdar 2019
  • Rojane
Evîn Galeyî
 
SILÊMANÎ - Li Başûrê Kurdistanê di nava salekê de 44 jin hatine kuştin, 48 jin neçarî xwe kuştinê hatine kirin û 85 jinên din jî neçarî xwe şewîtînê hatine kirin. Li Rojhilatê Kurdistanê 109 jin neçarî xwe kuştinê hatine kirin. Li Iraqê jî ev rêjeya bi awayek ber bi çav zêde dibe, lê belê di derbarê vane de tu belge nehatine belavkirin.
 
Di çend lêkolînên civakî de, di nava civakê de rêjeya kuştin û neçarî kirina xwe kuştina jinan  li herêma Kurdistanê û Iraqê  her ku diçe zêde dibe. Di nava salekê de li Başûrê Kurdistanê 44 jin hatine kuştin, 48 jin jî neçarî xwe kuştinê hatine kirin û 85 jinên din jî neçarî xwe şewitandinê hatine kirin. Li Rojhilatê Kurdistanê 109 jin neçarî xwe kuştinê hatine kirin. Li Iraqê jî ev rêjeya bi awayek ber bi çav zêde dibe, lê belê di derbarê van de tiştek nehatine belavkirin.
 
Li gora amûrên birêvebirinê ya giştî gihane wê qenetê ku tundî û tujiya li dijî jinê ya li Başûrê Kurdistanê bûyerên ku wan qeyd kiriye rêjeya  tundî û tujiyê li gora salên borî zêdetir bûye. Li bajarê Hewlêrê di nava salekê de 11 jin hatine kuştin, 12 jin ji neçariya xwe kuştinê hatine kirin, 28 jin jî neçarî xwe şewitandinê hatine kirin, 53 jin hatine şewitandin, 33 jin jî rastî destdirêjiyê hatine, 3517 sikale hatine tomarkirin. Li Silêmanî jî 13 jin hatine kuştin, 15 jin jî neçarî xwe kuştinê hatine kirin, 23 jin jî neçarî xwe şewitandinê hatine kirin, 53 jin jî hatine şewitandin, 33 jin ji rastî destdirêjiyê hatine, 2609 sikale hatine tomarkirin. Li parêzgeha Dihokê 10 jin hatine kuştin, 18 jin neçarî xwe kuştinê hatine kirin, 23 jin neçarî xwe şewitînê hatine kirin, 51 jin ji hatine şewitandin, 20 jî rastî destdirêjiyê hatine û 2156 sikale hatine tomarkirin. Li Germiyan tu bûyerên kuştina jinan nahatine tomarkirin. 1 jin neçarî xwe kuştinê hatiye kirin, 2 jin neçarî xwe şewitînê hatiye kirin, 3 jin şewitîne, 8 jin rastî destdirêjiyê hatine û 815 sikale hatine tomarkirin. Li Raperîn 5 jin hatine kuştin, 2 jin neçarî xwe kuştinê hatine kirin, 9 jin jî neçarî xwe şewitînê hatine kirin, 14 jin jî hatine şewitandin, 9 jin jî rastî destdirêjiyê hatine û 443 bûyer hatine tomarkirin.