Zanîngeha Kobanê ji bo xwendekaran hat vekirin

  • 12:24 24 Mijdar 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Zanîngeha Kobanê deriyê xwe ji xwendekaran re ji bo xwendina sala nû ya 2019/2020’an vekir.
 
Dewleta tirk û hevkarên wê ji 9’ê Cotmehê ve êrîşî herêmên Bakurê Sûriyeyê dike. Ji ber êrîşan îsal zanîngeha Kobanê dereng hat vekirin. Di zanîngehê de, dê Fakulteya Zanistên xwezayî, Fakulteya Wêjeya Kurdî, Fakulteya R.F.K (Bîrkarî.Fîzîk.Kîmya) û peymangeha Labaratuara Tibî bên dayîn. Hejmara xwendekaran bi giştî 330 xwendekar in jê 150 yên sala yekemîn in û 180 jî yên sala duyemîn in.
Ji ber rewşa herêmê wê beşa Fakulteya Wêjeya Kurdî li taxa nû were dayîn. Beşên din jî wê li zanîngeha Kobanê bên dayîn.
Xwendekar bi coş û kelecaneke mezin tên zanîngehê. Leyla Suleyman yek ji xwendekarên beşa Kîmyaye hestên xwe ji ajansa me re anî ziman.
 
‘Êrîşên li ser herêmê bandorên neyînî  li xwendekaran dike’
 
Leylayê destnîşan kir ku ew sala duyemîn e li zaningehê dixwîne û got: "Sala par me jiyaneke xweş bi heval û mamosteyên xwe re derbas kir. Em spasiya mamosteyên xwe dikin ji ber ku di rewşeke wisa de kedeke mezin ji bo me didin. Êrîşên li ser herêmê bandoreke neyînî li me dike. Lê em hewil didin di zanîngehê de xwedina xwe bidomînin."