Kevana Zêrîn ji bo 25’ê Mijdarê dest bi çalakiyên hunerî kir

  • 11:06 24 Mijdar 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Bi hatina 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Efrînê çalakiyek hunerî li kampa Serdem a Şehbayê li dar xist.
 
Tevgera Kevana Zêrîn bi munesebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê çalakiyek hunerî bi navê 'Tabloya govendî' ji bo danasîna tundiya li dijî jinê li dar xist. Koma govendê ya Kevana Zêrîn bi tabloya hunerî bi rêya govendên xwe azadiya jin, tundiya li ser jin û êrîşên li ser Bakur û Rojhhilatê Sûriyeyê pêşkêşî gel dikin. Dê çalakiya tabloya govendî li hemû navçeyên Kantona Şehbayê were lidarxistin.
 
Li ser navê Rêveberiya Tevgera Kevana Zêrîn ya Efrînê, Mizgîn Çolaq axaftin kir. Mizgînê di nava axaftinên xwe de bal kişand ser armanca dewleta tirk a ku dixwaze çanda gelê kurd her qir û tune bike û got ew ê weke jinên Efrînê heta dawiyê parastina çand û hebûna xwe bikin.
 
Piştre koma govendê ya bi navê Şehîd Viyan Soran bi rêya hunera xwe azadiya jin, tundiya li ser jinê û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.