Mirina gumanbar a zaroka 17 salî

  • 11:06 24 Mijdar 2019
  • Rojane
AMED - Li navçeya Lice ya Amedê zaroka 17 salî Azra Akyar bi zorê zewicandin. Hat diyarkirin ku Azra bi awayekî guman dawî li jiyana xwe anî. 
 
Li Gundê Çarikli yê Navçeya Lîce ya Amedê zaroka 17 salî Azra Akyar mehek berê bi zorê ziwicandin. Hat diyarkirin ku Azra ya bi zorê zewicandin bi awayekî guman întîhar kir. Cenazeyê Azra rakirin morga Nexweşxaneya Dewletêya Licê. Azra  piştî otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Amedê. Serdozgeriya Komarê ya Licê der barê kuştina Azra  de lêkolîn da destpêkirin.