Jinên Başûrê Kurdistanê li dijî tundiyê meş li dar xistin

  • 10:04 24 Mijdar 2019
  • Rojane
Have Elma
 
SILÊMANÎ - Jinên Silêmanî yên Başûrê Kurdistanê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê meşek li dar xistin. 
 
Duh Koma Jinên bajarê Silêmanî yên Başûrê Kurdistanê û hemû çîn û nunerên civakê meşek girseyî bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê li dar xistin. Meşa girseyî ji Kolana Salim (Saholeke) dest pê kir û heta ber Baxê Gişî ya Silêmanî berdewam kir. Di meşa ku gelek jin tevlî bûn de  wêneyên Şehîd Hevrîn Xelef, Dayê Eqîde û Amara Kobanê ku di encama êrîşên dewleta tirkan ya li ser Rojavayê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin hilgirtin. Di meşê de jinan bi yekdengî dirûşmên wek, ‘Jin jiyan azadî’, “Em namûsa tu kesê nînin, namûsa me azadiya me ye”, “Bi têkoşîna jinan Kurdistan azad dibe” hatin berzkirin. 
 
'Li dijî tundî û êrîşan divê em hemû kurd bibin yek'
 
Endama Parlemena Xolî Aştî Abdullah wiha got:"Niha jin li her çar parçeyên Kurdistanê rastî tundiyê tên. Bi taybet kurdên li Rojava û li Rojhilat bi sedema şer bi rêya êrîşên desthilatdariyê rasti tundiyê tên. Her wiha banga min ji bo kurdên Başûr ew e ku zêdetir piştgirî û pêşengtiyê ji bo kurdên li parçeyên din yên Kurdistanê, bikin. Li dijî tundî û êrîşan divê em hemû kurd bibin yek."
 
'Dagirkerî sedema sereke ya tundiya li ser jinan e' 
 
Endama Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê, Necîbe Emer di derbarê armanca lidarxistina meşê de got: “Armanca me ya lidarxistina vê meşê tundiya li dijî jinê ji holê rabe ye. Dagirkerî sedema sereke ya tundiya li ser jinan e. Li Başûrê Kurdistanê jî tundî û tujî di astek bilind de ye loma ji bo tundiya li ser her çar parçeyên Kurdistanê ji holê rabe divê em li berxwe bidin. Jinên Başûr sê jinên têkoşer ên Rojavayê Kurdistanê, Hevrîn Xelef, Dayê Eqîde û Amara Kobanê ku di êrîşên dewleta tirkan a li ser Rojavayê Kurdistanê de şehîd bûne weke sê Xwişkên Mîrabel bune sembola serdemê ya berxwedan li dijî tudî û tujiya li ser jinan."