Qêrîn û têkoşîna jinan li Silêmanî bû şano

  • 09:25 24 Mijdar 2019
  • Rojane
SILÊMANÎ - Duh li bajarê Silêmanî bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê lîstika şanoyê ya bi navê "Hawar" a derbarê jinê de hat pêşkêşkirin. 
 
Duh Rêxistina Nuwêger li ber baxê Giştê ya bajarê Silêmanî bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê şanoyê ya bi navê "Hawar" a derbarê jinê de hat pêşkêşkirin. Di şanoyê de behsa pirsgirêkan jinan hat kirin û tiştên ku bi zihniyeta baviksalarî li ser jinê tên ferzkirin bi rêya lîstika şanoyê hat pêşkeşkirin. Her wiha di lîstika şanoya Hawar de çîroka sê jinan ji bo temaşevanan hat nîşandan. Çîroka yekem behsa wan jinan dike ku ji aliyê mêrê bi wan re zewicî ve tê şewitandin yan jî neçar dimîne xwe bişewîtîne. Di rola jinan a şanoya duyem de balê dikişîne ser ew jinên ku nikare bi xwesteka xwe tev bigerin.
 
Herî dawî lîstikvanên şanoyê bi şanoya ku pêşkeş kirin bal kişandin ser girîngiya azadiya jinê û şano bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.