‘Em ê li dijî şîdeta dewletê li qadan bin’

  • 09:19 24 Mijdar 2019
  • Rojane
STENBOL - Seroka Şaxa 7’emîn a Egîtîm Sen a Stenbolê Ozlem Tolu, da zanîn ku sedema întîxaran rêveberiya yek mêrî û pêkanînên wî ne û got: “Em ê li dijî şîdeta dewletê ku dibe sedema şîdeta mêr, di 25’ê Mijdarê de wê li kolanan bin.”
 
Jin di çarçoveya 25’ê Mijarê Roja Piştevanî û Têkoşîna li dijî Şîdeta li hember Jinan xwe amade dikin ku dakevin qadan. Jinên ku ji serê salê heta niha li dijî şîdeta mêr têdikoşin, serhildana xwe mezin dikin û dengê xwe bilind dikin.
 
Seroka Hejmara 7'an a Egîtîm Sen a Stenbolê Ozlem Tolu bi lêv kir ku hikûmet şîdeta mêr xwedî dike û ji ber vê jî wê li dijî şîdeta dewleta ku her cureyê şîdeta mêr xwedî dikin wê li qadan bin.
 
Ozlemê destnîşan kir ku sedema zêdebûna întîxarên li Tirkiyeyê rêveberiya yek mêrî û pêkanînên wî ne û got: “Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde bi OHAL a hat îlankirin re bi KHK’yê hatin derxistin gelek kesî berê xwe dan întîxaran. Pirsgirêkên aborî û siyasî yên ku çareser jî nebûn mirovan ber bi tarîtiyê ve dibe. Ev rewş jî êdî gihaştiye fikarên mezin. Bandora polîtîkayên hikûmetê jî li ser vê gelek zêde ne.”
 
‘Jiyana tê ferzkirin rê li ber rizandinê vedike’
 
Ozlemê anî ziman ku di encama polîtîkayên hikûmetê de krîza aborî ya hatiye ferzkirin tenê rê li ber întîxaran venake û ji ber krîzê şert û mercên bê ewle yên xebatê jî mijara gotinê ne, jiyana tê ferzkirin jî rê li ber rizandina civakê vedike. 
 
‘Ya şîdetê pêk tîne dewlet bi xwe ye’
 
Ozlemê di berdewamiyê de wiha got: “Berpirsyariyê şîdet û kuştinên jinan jî hikûmet e. Şîdeta li ser jinê piralî ye. Divê ev tenê şîdeta fîzîkî neyê dîtin. Ne tenê mêr, dewlet jî şîdetê dike. Şîdeta ku dewlet dike bandor li ser hemû civakê dike. Şîdeta ku mêr pêk tînin gelek caran girêdayê xizaniyê pêk tê. Ev jî ji ber krîza aborî ya ku dewletê afirandiye pêk tê. Ya ku şîdetê pêk tîne dewlet bi xwe ye.” 
 
Ozlemê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Sedema întîxaran rêveberiya yek mêrî û pêkanînên wî ne. Em ê li dijî şîdeta dewletê ku dibe sedema şîdeta mêr, di 25’ê Mijdarê de wê li kolanan bin.”