Ji malbata Şûle Çet ji bo 25’ê Mijdarê bang

  • 09:16 24 Mijdar 2019
  • Rojane
STENBOL - Malbata Şule Çet a ku rastî êrîşa zayendî hat û hat qetilkirin, diyar kir ku çareseriya li hember şîdet û qetilkirina jinê ji yekitî û piştevaniyê derbas dibe û di 25’ê Mijdarê de jî bang li hemû kesî kir ku dengê xwe bilind bikin.
 
Xwendekara Zanîngeha Enqereyê Şûle Çet di 29’ê Gulanê de rastî tecawiza Çagatay Aksu û Berk Akand hat û ji qatê 20’an hat avêtin û qetilkirin. 5’emîn rûniştina gumanbaran di rojên borî de li 31’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hat dîtin. Ji bo her du gumanbaran cezayê muebetê hat xwestin.
 
Doza Şûle Çet bû wek sembola dozên kuştinên jinan û beriya 25’ê Mijdarê malbata Şûleyê jî bang kir.
 
Bavê Şuleyê Îsmaîl Çet da zanîn ku dadgehê ji bo gumanbaran daxistina ‘ji rewşa baş’ daye û bi vê jî kujer xelat kiriye û got pergala hiqûqê li şûna ku birînên nû vebike divê biryarên pêwist bidin û bila keçên din neyên kuştin. Îsmaîl daxuyakirin ku divê dest nedin jinan û got ew piştevanî û têkoşîna di 25’ê Mijdarê de jin pêk tînin pîroz dike.
 
‘Çareserî, yekitî û piştevanî’
 
Birayê Şuleyê Şenol Çet jî bi lêv kir ku piştî kuştina Şuleyê gelek jinên din jî hatine kuştin û got: “Kuştina jinan û îstîsmarkirina jin û zarokan didome. Ji bo pêşî li vê bê girtin divê dewlet hinek tiştan bike. Divê dewlet demildest van kuştinan bide sekinandin. Em dixwazin tiştên wisa li welat neyê jiyîn. Piştevanî û yekitî dikare vê çareser bike. Em ê şopdarê doz û mafê Şuleyê bin. Em tu car dest ji vê bernadin. Ev ne tenê doza Şûleyê ye. Doza hemû jinan e. Jin wê di 25’ê Mijdarê de li kolanan bin. Ez jî wê ligel wan bim. Li dijî şîdetê dengê jinan mezin dibe.”