‘Qeyûm şîdeta li hemberî jinan e’

  • 09:09 24 Mijdar 2019
  • Rojane
Hîkmet Tunç
 
WAN - Civaknas Neslîhan Şedal diyar kir ku tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên ku pergala hevserokatiyê lê pêk tê, pêkanîneke pergala mêjiyê dewleta mêr e û got: “Li herêmê qeyûm, wek şîdeta pergalî jinan davêje derveyê jiyanê.”
 
Civaknas Neslîhan Şedal ku Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Qelqeliyê ye bertek nîşanê tayînkirina qeyûman da û da zanîn ku qeyûm bixwe şîdet e.
Neslîhanê da zanîn ku ew berbi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê ve diçin û got şîdeta li ser jinê jî her diçe zêde dibe û wiha got: “Bi avabûna netew-dewletê re şîdeta li ser jinê jî mayîn de bû. Çareserkirina vê polîtîkayê û çareserkirina vê pêvajoya dîrokî berpirsyariya me jinane. Şîdet bi awayekî sîstematîk didome. Dema mêr tê gotin raste rast dewlet heye. Ji ber ku di qanûnan de matiqeke ku mêran diparêze heye.”
 
‘Şîdeta dîjîtal pir zêde bû’
 
Neslîhanê daxuyakirin ku gelek cureyên şîdetê hene û wiha axivî: “Şîdeta aborî heye û jinê ji her aliyê aboriyê qut dike. Em her cureyê şîdeta zayendî û êrîşê wek şîdeta zayendî vedibêjin. Em zewaca di temenê biçûkde jî wek şîdeta zayendî binav dikin. Her cureyê şîdeta ku jinan biçûk dixîne jî wek şîdeta psîkolojîk e. Dîsa hewldana desteserkirina hesabên çapemeniya civakî jî em wek şîdeta dîjîtal bi nav dikin.”
 
'Êrîşê pergala hevserokatiyê dikin'
 
Neslîhanê balkişand ser pergala hevserokatiyê û bi lêv kir ku hevserokatî hedefa wê eve ku têkoşîna jinê bike sazî û got bi pergala hevserokatiyê re jin zêdetir tevlî siyasetê bûn û cihê xwe di rêveberiyê de girtine. Neslîhanê da zanîn ku destkeftiyên jinan yên di şaredariyên HDP’ê de bûne hedefa qeyûman û li herêmê qeyûm, wek şîdeta pergalî jinan davêje derveyê jiyanê.